Şengal di erdnigariya Kurdistanê de ne eyaletek, herêmek û şûnwareke ji rêzê ye, ew cihekî wisa pîroze ku beşek dîroka me lê zindî ye. Mîrateya bav û kalên me di kesayetiya Kurdên Êzîdî de lê dijî û ev bawerî rengê me yê bingehin e. Li gel wê di dirokê de tim xaka Kurdên qedîm bûye. Ji wê gelek berhemên dîroka me jî li wir veşartiye.
Şengal ji bo Kurdistanê pêbendeke stratejîk e jî. Ango şahtamarê, yan jî movikê pişta Kurdistanê ye. Gava movikê pişta zindiyekê şikest, çawa beden felc dibe, Şengal jî ji bo Kurdistanê ev e. Ev cigeha pîroz beşên Kurdistanê yên Başûr, Bakur û Rojava bi heva girê dide. Dema pêşmêrgeyên başûr li dij dagirkeriya Saddam şer dikirin, ji bo alîkariya ji Rojava ev der wek pireyekê bikardianîn. Di pêvajoya gerilayên Bakur dixwestin xwe bigîhîn çiyan de jî wisa bû. Ango komên gerîlayan di vê xetê re derbas dibûn. Bi gotineke kurt û kurmancî desthilatiya li ser Şengalê, rasterast kontrolkirina Kurdistanê ye. Lema dagirkeran tim ev der hedef girtine. Istixbarata Tirk û Muhabarata Surî jî, bi vê mabestê di sala 2007an de ji bo valakirina vê devera pîroz li Şêxan tankerên bombe barkirî teqandin û nêzîka hezar canî ji me standin. Jixwe wê demê rayedarên Tirk aşîkar digotin; „Em ê deriyekî din vekin!“
Li gor belge û daneyên heyî dewleta Tirk, xwerû jî AKP bi her awayî piştgiriya DAIŞê dikin, Roja cejna remezanê êdî wêneyên vê têkiliyê eşkere bû. Disa mijara karmendên balyozxanê yên qaşo dîl û bêdengiya wan jî nîşana vê ye. Niha jî di çapemeniya cihanê de zelal bû ku ji sedî dehê van hovên DAIŞê Tirk in. Bêguman piraniya wan jî elemanên JITEM, Hizbil-kontra ne. Li gor çapemeniya cihanê ji tunisiyên çûbûn li dij Kurdan şerkiribûn 6000 disa li ser Tirkiyê re vegeriyane Îtalyayê. Ji ber van rastiyan mirov dikane bi zelalî bibêje ku xwînxwarên DAIŞ rasterast bi aliyê Tirkiyê ve ji bo berjewendiyên Tirkiyê tên bikaranîn. Ango di her tevgera wan de tiliya AKPê heye.
Ev êriş û hewldana dagirkirina Şengalê hem jî di arîfeya hilbijartina serokkomariyê Tirkiyê de, bi awayekî gelek zelal xuya dike ku planeke serkariya Tirk e. Wan hem xwestin bi wê destkeftiyên Rojava û hem jî destkeftiyên Başûr têk bibin. Dewleta Tirk bi hevîrê lîstikên osmanî û bizansî hatiye stran û teşe girtiye. Îslamîstên Tirk jî hemî sextekarî, dek û dolabên takiyekirinê bi wê karektera dewleta Tirk re gihandiye hev, yanî „roviyê fonek“ in. Lema li aliyekî xwedêgiravî dibe dost (tenê ji ber berjewendiyê xwe), li aliyekî jî qaşo destê aşitî û çareseriyê dirêj dike, lê di bin de jî her û her gora „Kurdistana Muhayel“ bi nû ve dikole. Lema mirov bi hêsanî dikane bibêje ku di vê lîstika dagirkirina Şengalê de sedî sed tiliya Tirkiyê heye.
Mijara sengerên şer licih hîştinê
Di hemî şeran de taktikên bi paş ve kişînê hene, lê li gor hin prensîb û rêbazan ev paşvekişîn pêk tê. Li gor vê berê sivîl ji wê herêmê tê derxistin, hê bi paş ve tê kişîn. Ya dudyan di nava hêzên leşkerî de sîstema fermandariyê serdest e. Tu leşker nikane bê fermaneke giştî sengerên şer li cih bihêle û vekişe. Vekişîneke wiha dikeve nava îxanetê. Ev pergal ji bo hemû artêşan derbas dibe. Vekişîna pêşmêrgeyan wer xuyaye ev herdu prensîbên bingehîn binpêkiriye. Ango li vir sûçeke dê tu car neyê bexşîn hatiye kirin. Dive ev sûç bê hesabpirsînê nemîne. Di vê rewşê de hin gumanên gelek xeternak hene.
Guman yek: Dibe ku lihevkirineke di navbera, hin eşîr, yan jî hin ali /rayedarên PDK û AKPê hebe, da ku bikanin Rojava dorpêç bikin û bifetisînin, ev sûç hatibe kirin.
Guman du: Gelek balkêş e ku rayedarê PDK-S Mustava Cuma du roj berê pêşmêrge sengerên li Şengalê li cih hiştinê, gotibû: „Emê di demeke kurt de li Rojava ji PYD xurtir bibin.“ Ev jî vê senryoyê tîne bîra mirovan: Berê rêdayîna DAIŞê, Kantona Cîzîrê xistina xeterê û li pey jî bi hêzên pêşmêrge rizgarkirin û bi wî awayî gihîhîştina armanca xwe. Ev li gor daxwaziya AKPê ye jî.
Guman sê: Bi çend hezar goriyan bala cihanê kişandina ser heremê û alîkarî ji cihanê girtin. Jixwe birêz Barzanî ji DYA a alîkarî xwestibû û li pey vê rewşê cardin xwest.
Guman çar: Ji ber têkiliyên bi naxşîbendiyên li Musilê re, ev taktîka paşvekişînê hat pêkanîn. Lewre li gor agahiyan, naxşîbendiyan berê bi hin sozgirtinan alîkariya DAIŞ kirine, lê ew soz nehatin pêkanîn, lema niha dixwezin li dij DAIŞê şer bikin. (divê em ji bîr nekin ku piraniya Kurdên misliman yên li başûr naxşîbendî ne).
Guman pênc: Bi rastî jî taktîkeke şer bû, lê çawa hate xwestin wisa nebû. Lewre ew taktîk baş nehate hilanîn û danîn.
Guman şeş: Li ser bingehê van hemû gumanan ev hesab hate kirin, lê şert û şirûtan ev vala derxist.
Bi gotineke kurt gelek guman hene.
Lê her bijî YPG ku bi pêşhîsiyên taktîk û stratejiyên şer hima talûke dît û di gaziya Şengalê de çû. Her çendî nekanî pêşî li hin komkujiyan bigire jî, hemû lîstikên bêbext vala derxist û pêşi li komkujiyeke mezin girt. Dê ev rûdana li Şengalê wek rûreşiyeke dîrokî li eniya hinekan şopa xwe bihêle û ji bo YPG ê jî wê bibe serbilindî û rûmeta dîrokî.