Di nirxandina komkujiyan de ya herî girîng ew e ku mirov bikane ji gelek aliyan ve li komkujîyê û jenosîdê binêre. Jenosîd, ne tenê komkujiyeke çend hezar mirovan e, gelek armancên wê yên xiniz û bingehîn hene. Lema divê mirov bikane bi hemû berahiyên rastiya vê rudanê ve binirxîne. Li gor wê, dîmenziyona vê karesetê li ber çavan raxîne. Di dîroke de gelek jenosîdên têkbirina çand û baweriyan ku bandora wê gihîştiye ta vê roja me hene. Wek mînak; dema artêşa Omer bîn Xatab bi navê belavkirina dînê îslamê kete Kurdistanê, ne tenê bi sedhezaran kurdistanî di komkujiyê re derbes kirin (şarde we we gewreyî gewrekan, we dîlbeşîna cênî we keynekan!), tirseke wisa erjeng di nava giyana gel de çand ku hê jî mirov ji tirsan behsa dada Omer dikin. Li gel wê, hemû pîroziyên kurdan, nişaneyên dîroka kurdan, parestgehên baweriya kurdan jî ruxandin. Ji bo vê di wê helbesta hewremî ya ji wê demê mayî de tê gotin: „Hurmizgan riman, Atran kujan!“ (îbadetxaneyê me ruxandin, agirê pîroz vemirandin) ev rêzik vê rastiya ruxandina jenosîdê li ber çavan radixîne. Di wê komkujiyê de têkiliya nivşên li pey jî, ji rastî, dîrok, çand û pîroziyên pêşiyan hate qetandin. Ew bîr û mejiyê bav û kalan hate kuştin. Di cihê wê de bi kotekê çanda ereban di mejiyan de dan çandin. Ji bo bibîranînê: Hin navên kurdî û baweriya kurdan qedexe kirin, hin navên kurdan jî li ajalan kirin, hin jî guhezandin çêr û heqaretê. Çend Mînak: Peyva „zendiq“ di wateya kesên girêdayî Zend Avesteyê, yan jî hafizên zend Avesta yê de ye. Lê îro kurd jî vê peyva pîroz wek çêrkirin, yan jî yekî piçûkxistinê bikartînin. (Hey zindiqê lawê zindiqan!) Peyva „avis“ a di wê demê de pîroz bû, niha ji bo ajalan, di cihê wê de peyva erebî „hemîle“ jî ji bo mirovan tê bikaranîn. Bi hezaran mînakên wiha hene. Em li jenosîda Dêrsimê dinêrin, dibînin ku ew jenosîd jî ne tenê komkujiyeke bi dehhezaran mirovên me ne. Beşek ji wê xaka pîroz û pîroziyan hatin qetandin û derbiderkirin, keçên dêrsimî birin, wek xizmetkar firotin. Li ser elewitiya Dêrsimê ya xwedanê bingeheke qedim bû, bi dijminî hate lîstin. Di ceman de wêneyê kujêrê Dêrsimê M. Kemal wek pîroziyekê hate daliqandin. Bi dehan ziyaretên bav û kalan hatin ruxandin. Beşa Dêrsimê Erzîncan wê demê ji sedî 95 kurd bûn (li gor waliyê wir Alî Kemal) niha, ji sedî heştê bûye tirk. Bi jenosîda spî dêrsimî û baweriya qedîm birin bi Ahmed Yeseviyê sûnî yê dijminê elewiyan ve girêdan. Wek berhemê wê kesên nav Kemal, Kamer Genc û Husên Aygun ên di xizmeta dewletê de hatin afirandin.

Ev mînak jî nîşanê me didin ku jenosîd ne tenê komkujiya bedena çend hezar mirovî ye. Ji xaka riçalên mirovan li ser pêkahatiye, ji pîroziyan, ji çandê, ji giyana bav û kalan, ji her tiştî qetandin e. Eger mirov di nava vê çarçoveyê de bi kûrahî li komkujiya Şengalê nenêre, mirov nikane armanc û dimenziyona vê komkujiyê têbigihîje. Gava mirov di çarçoveya vê rastiyê de li komkujiya Şengalê dinêre, bi hêsanî dibîne ku ji bo têkbirina vê bîr û mejiyê bav û kalên me; planeke, yan jî xiniziyeke navnetewî heye. Karê komkujiyê hovên çolistana ereban Daişê wergirt, Hêzên ewlekarî yên serkariya başûr jî bi carê ve, bê hişiyarkirin ji wir vekişiyan ku ji komkujiyê re rê vekin. Cihana wîjadana wan kor, hestê mirovî wendakirî jî berê bêdeng lê sêr kir. Li pey kurdan bi hêz, qêrîn û Hawara xwe (Mînaka herî balkêş hawara Birêza Viyan Dehîl) ev gihand bala cihanê, Ewropî li ser pênaberiyê fikirîn. Dewleta tirk ya mîmarê vê komkujiyê ye jî, gelê me yê derbasê Kurdistana bakur dibin, tansît dibin der û dora Enqerê ku ew ji wir berê xwe bidin Ewropayê. Daiş jî perestgeh û pîroziyên gelê me yê êzidî diruxînin û wêran dikin, heta goristanan jî bi erdê re dikin yek.
Rastiya dîrokê, kareseta gelan, hemû komkijiyê li cihanê nîşanê me didin ku jenosîda herî xeternak û têkbirinê ji xaka bav û kalan, ji pîroziyan qetandine. Li gel wê travma giyanî jî rê ji têkçûna vin û bîra mirovan re vedike.
Hêvî dikim ku her kes bi têgihîştina vê rastiyê nêzîkê vê kujeriya hovane bibe. Ji ber vê egerê jî berpirsiyariya hemû hêzên kurdistanî ew e; ku bikenin derfetên vegera ser axa xwe û li pîroziyên xwe xwedî derketinê, Êzîdxaneke li cihanê mînak biafirînin. Divê birêkxistina asayiş, parastin, reveberî, dadî, ekonomî tev de şengalî bin. Ev der wek parêzgeh, yan jî kantoneke azad be. Li gel vê banga min li hemû saziyên êzidiyan jî ev e; tenê armanc Şengala ku îro xwîn digîrî bi nû ve avakirin û şênkirin be. Divê neyê ji bîrkirin ku mirov li ser xaka xelkê têk diçe.