Gelê Êzîdî di 2. Kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê de bi hilbijartina 101 endamên meclîsê bi dawî kir.
Pêr, 2. Kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi beşdariya 400 delegeyên ji Civaka Êzidî yên ji Rojava, Ewrûpa, Ermenîstan, Rûsya, Şengal û Kampa Newrozê, dest pê kir. Her wiha fermandarên YBŞ, YJŞ û Endamên Asayişa Êzîdxanê, tevahiya sazî û rêxistinên Şengalê, beşdarî kongreyê bûn. Kongre bi diruşmeya "Ji bo avakirina Şengaleke nû Rêveberiya Xweser esas bigirin" dest pê kiribû. Di kongreyê de navê Meclîsa Avaker a Şengalê weke Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê hate guhertin.
Ji her gund û bajarokê li bakûrê Şengalê yên wekî endamên meclîsa kevin a Meclîsa Avaker a Şengalê 23, bajarokê Xanesorê 8, Sînûnê 10, Dihula 4, Dîgor 2, Guhbel 2, Boruk 7, Zorava 2, Serdeştê 23, bajarê Şengalê 4, Şorka 2, Mamoste 3, Saziya Malbatên Şehîdan 2, Saziya Ciwana 3 û kampa Newroz 6 kes hatin hilbijartin. Cara yekemîn e sîstema hevserokatiyê li sazî û rêxistinên Şengalê tê îlankirin. Di meclîsê de 23 jinên Êzîdî cihê xwe digirin.
101 endamên hatine hilbijartin doh sond xwarin û ji nava xwe jî Riham Hiço û Hisên Hecî Nayîf weke hevserok hilbijartin. QehtanXelîl û Kurdê Elî jî ji aliyê endaman ve weke cîgirên hevserokatiyê hatin hilbijartin.
ŞENGAL