Li çiyayê Şengalê jinan ji bo piştgiriya berxwedana Bakûrê Kurdistanê meşek li dar xist. Meşê ku zedeyî 500 kes beşdar bû de wêneyên endamên YPS û YPS-Jin ên di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dane hate hildan û berxwedana YPS û YPS-Jin hate silavkirin. Ciwanan bi dirşêmeyên "Kujer Erdogan", "Erdogan û DAIŞ yek e", "Cizîr bimeşe, Şengal bi te re ye", "Bijî Rêber Apo" gîriyan û bang li ciwanên Kurd kir, ku ji bo berxwedan Bakûr beşdarî nava refên YPS û YPS-Jin bibin.
‘Zextê li hêzên navneteweyî bikin’
Di beşê de Fermandarê Hêzên Parastina Şengalê (HPŞ) Heyder Şeşo axivî û bal kişan ser berxwedana Bakûr û got, pêwîste gelê Kurd destekê bide berxwedanê. Şeşo di berdewama axaftinên xwe de destnîşan kir, ku heta serketinê divê ev berxwedan bidome.
Şeşo diyar kir, êşa çar parçeyên Kurdistanê êdî hevpar e û bang li her kesî kir, ku ji bo êrîşên bê pîvan û bê wijdan ên dewleta Tirk bi dawî bibin, zextê li hêzên navneteweyî bikin.
ANF/ŞENGAL