Çalakiya nobetê ya Şengaliyan a ji bo vekirina korîdora di navbera Şengal û Rojava de di roja 15’an de bi biryardarî dewam dike. Bi sedan şêniyên Şengalê ji navçeyên Xanesor û Sinûnê ber bi baregeha eskerî ya artêqa Iraqê a li Xanesorê ve meşiyan.
Şengaliyan da zanîn ku heta ku korîdora mirovî neyê vekirin, ew ê çalakiya xwe dewam bikin. Li ser navê çalakvanan şandek bi rayedarên baregeha eskerî ya Artêşa Iraqê a li Xanesorê re civiyan. Welatiyan daxwazên xwe ji rayedaran re anîn ziman û xwestin korîdora mirovî di demeke zû de were vekirin. Rayedarên Iraqê jî ji Şengaliyan re got, ew ê ji bo vekirina korîdora mirovî bi aliyên peywendîdar re biaxivin.
ROJNEWS/ŞENGAL