Êzîdiyên Şengalê dixwazin rêya di navbera Şengal û Dihokê de bê vekirin. Welatiyên Êzîdî diyar kir ku ji ber girtina rê tevî ku cejna Cemaya Şîxadî nêzîk dibe, ew nikarin biçin Lalişê.

Sibê ji bo Êzîdiyan Cejna Şêxadî ye. Di vê rojê de Êzîdî berê xwe didin Laliş a ku li parêzgeha Dihokê ya Başûrê Kurdistanê ye. Lê ji ber girtina rê xelkê Şengalê nikare biçe Lalişê. Welatiyên Şengalê dixwazin rêya di navbera Şengal û Dihokê de bê vekirin.

Êzîdiya Şengalê, Emşê Xirmiş got, “Ji ber ku rê girtiye, pirsgirêkan ji me re çêdikin. Xelk dixwaze malbatên xwe jî bibin. Rêya niha em tê re diçin Lalişê rêya Mûsilê ye. Lê ji ber hîna metirsiya DAIŞ’ê heye, xelk ditirse di vê rêyê re biçe.” Emşê diyar kir ku ew ji girtina rêyê nerazî ne û got, heger rêyek bê tirs heba, wê ji Şengalê gelek kes ji bo pîrozkirina cejnê biçûna Lalişê.

 

ŞENGAL