Eger alîkariyên lezgîn ji gelê li Şengalê yê piraniya wan zarok in neyê şandin, dibe ku mirov jiyana xwe ji dest bidin. Zarok bi pîxwasî û kincên tenik ên li xwe kirî, hewl didin li hemberî mercên dijwar ên zivistanê li ber xwe bidin. Malbatên ku di binê konên tenik de bi komên mezin dimînin, gazinan dikin ku ji hewayê alîkarî ji wan re nayê şandin. Malbatan dan xuyakirin ku wan heta roja îro bi alîkariyên ji Rojava dihatin re xwe li ser piyan girtine û anîn ziman ku piştî korîdor hat girtin, hêzên xwedî derfeta ragihandina hewayê, ti alîkarî nedane wan.
Malbatan diyar kirin ku her roj zarokên wan nexweş dikevin û ji bo parastina zarokên xwe tiştek di destê wan de nîne, bi vî rengî nikarin demeke dirêj di mercên zivistanê de li ber xwe bidin û nikarin pêşî li mirina zarokan bigirin.
DILŞÊR ERNESTO/ANF/ÇIYAYÊ ŞENGALÊ