Koma Şanoyê ya Şehîd Hêvî Yekta ya Çand û Hunera Mexmûrê ku yekem car e derbasî Rojava dibe, şanoya xwe bi navê Lêgerîna Heqîqetê li bajarê Kobanê pêşkêş kir. Şano bi amadebûna bi dehan şêniyên bajarê Kobanê li navenda Çand û Hunera Baqî Xido hate pêşkêşkirin.
Beriya destpêkirina şanoyê, bi navê Çand û Hunera Baqî Xido ya Kobanê Osman Bekî axivî û xêrhatina Koma Şanoyê ya Mexmûrê kir.
Berdevkê Koma Şanoyê ya Mexmûrê jî got, wan xwestiye şanoya xwe bi navê Lêgerîna Heqîqetê yekemîn car li Kobanê pêşkêş bikin ji ber Kobanê cihê berxwedan û şoreşê ye.
Wê li tevahiya Rojava bigere
Piştî axaftinan şano hate pêşkêşkirin. Hêjayî gotinê ye ku dê koma şanoyê ya Mexmûrê li tevahiya Rojava şanoya xwe pêşkêş bike.
KOBANÊ