Şengaliyên li Çiyayê Şengalê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, ji bo azadiya Ocalan meşek organîze kir û bi sedan kes beşdarî meşê bûn. Meşê ji ber avahiya meclîsê dest pê kir û heta herêma Girê Nîska yê li gundê Kolakê dewam kir. Girseya gel di meşê de posterên Ocalan û pankartên bi nivîsên li ser xwe doza azadiya Ocalan dikirin, hilgirtin.
Piştî meşê li ser navê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Rihan Hico axivî û got, "Dewleta Tirk a faşîst, bi hemû hêza xwe ev 18 sal in, bi rengekî ne hiqûqî û ne exlaqî tecrîdeke hovane li ser Ocalan ferz dike û bi vî rengî dixwaze vîna gelên Rojhilata Navîn tine bike."
Hico anî ziman ku Ocalan bi berxwedana xwe ya 18 salan a li Îmraliyê, pêşî li hemû planên dewleta Tirk girtiye û got, "Lazim e rêxistinên mafên mirovan jî li dijî tecrîdê helwêstê nîşan bidin.
ANF/ŞENGAL