Şêniyên Kantona Efrînê simbilên genim berhev dikin û pê xwarina firîgê çêdikin.

Şêniyên Kantona Efrînê bi hatina Hezîranê re, beriya çaxê çinînê dest pê bike, simbilên genim berhev dikin, da xwarina firîgê amade bikin.

Piştî ku simbil têne berhevkirin, têne şewitandin û bêjingkirin, da ku genim û qaşil ji hev cûda bibin. Piştre libên genim li ber rojê têne raxistin û bi destarê, têne hêran.

Piştre genimê hêrandî tê şûştin û ji pijandina xwarina firîkê re amade dibe.

Jinên Kantonê firîkê ji bo demsala zivistanê jî hiltînin. Hin kes difiroşin, kîloya firîgê digihêje 1000 lîreyên Sûrî.

Welatiya bi navê Hemîde Hiso ya ji navçeya Mabeta da zanîn ku xwarina firîgê xwarineke gelêrî ye û li kantonê pirr tê çêkirin.


SÎNEM HEMO / ANHA / EFRÎN