Şêniyên bajaroka Xendûra ya herêmên Şehbayê,  li hemberî kiryarên çeteyên tabûra Sultan Murad ên dewleta Tirk ku bijîşkek qetil kirin û 5 hemşîreyên navenda tendurisatiyê li bajarok birîndar kirin, rabûn serhildanê.

Serhildanên şêniyên gund û bajarokên herêmên Şehbayê yên di bin serweriya artêşa Tirk a dagiker û çeteyên wê de, roj bi roj berfireh dibin. Çeteyekî tabûra Sultan Murad bijîşk li navenad tenduristî ya bajaroka Xendûra ya girêdayî bajarê Cerablûsê qetil kir û 5 hemşeriyên navendê jî birîndar kirin. şêniyan bajarok jî li dijî vê kiryarê serî hildan û derketin xwepêşandanê.

Çavkaniyekî şeva din ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re raghandin ku çeteyekî Sultan Murad bijîşkê bi navê Ebid Mewas qetil kir û 5 hemşîreyên navenda tenduristî li bajaroka Xendûra de birîndar kirin û çavkanî got:”Çeteyek ji tabûra Sultan Murad li pêş deriyê sivîlekî bajarokê rawestîbû, dema welatî daxwaz kir ku ji pêş malê dûr bikeve, çete çekê xwe derxist û bi dû welatî ket da ku qetil bike.”


Bijîjşk qetil kirin

Çavkanî diyar kir ku welatiyê sivîl ji bo xwe xelas bike, dikeve navenda tenduristiyê ya bajarok  û got: “Bijîşkan hewil dan ku çete wî qetil nekin. Lê çete gule li bijîşkê bi navê Ebid Mewas û hemşeriyên li navendê reşand. Di encamê de, Ebid Mewas jiyana xwe ji dest dide û 5 hemşerî birîndar dibin”.

Piştî agahiya sûcê çete li bajarok belav bû, şêniyan serî hildan û daketin kolanên bajaroka Xendûra. Şênî li hemberî çeteyên tabûra Sultan Murad a girêdayî artêşa Tirk a dagirker rawestiyan û durişmeyên”Xendûra  azad e azad e, Tirk derkevin derve” beriz dikirin. Dîmenên ku çavkanî ji ANHA`yê re şandine jî vê yekê nîşan dide.

Di dîmenan de her wiha diyar dibe ku şêniyên bajaroka dûrişmeyan davêjin û agir ber didin kolaneke bajarok û dibêjin çeteyên Sultan Murad pêxas û kujer in.


Bang li QSD’ê hatibû kirin

Şêniyên bajarokê daxwaz ji çeteyên Sultan Murad kirin ji bajarokê derbikevin û 3 roj şîn ragihandin.

Bajaroka Xendûr yek ji navçeyên herêma Cerablosê ye, ji aliyê artêş aTirk a dagirker  û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin. li gor serjimariya 2014`an hejmara niştecihên wê 17 hezar û 314 kesin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 2 Tîrmehê de,  şêniyên bajarê Ezazê bi xwepêşandanekê bang li QSD`ê kirin ku wan rizgar bikin. Hate zanîn ku di xwepêşandanê de,  hejmarek sivîl hatin qetilkirin û revandin.


TOLÎN HESEN / ANHA/ŞAHBA