
Şêniyên taxa Şêx Meqsûd a Helebê, ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah şermezar bikin meşiyan û berxwedana Îmraliyê silav kirin. Greva birçîbûnê ya endamên TEV-DEM’ê ku ji bo şermezarkirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, doh bi meşekê qediya. Şêniyên Şêx Meqsûdê hatin avahiya Saziya Malbatên Şehîdan û piştgirî dan çalakgerên greva birçîbûnê.
Çalakgerên greva birçîbûnê beriya destpêkirina meşê daxuyaniyek dan çapemeniyê û ragihandin, ew çalakiya xwe diqedînin. Daxuyanî ji aliyê endamên konseya Rêveber a Meclîsa TEV-DEM’ê Bedran Hemo û Sakîne Mihemed ve bi ziman Kurdî û Erebî hat xwendin.
Piştî daxuyaniyê girseya gel dest bi meşê kir û çalakî li aliyê rojhilat ê taxê veguherî mîtîngê. Hevserokê Meclîsa Hevpar a Şêx Meqsûdê Mirî Şiblî û Hevseroka Meclîsa TEV-DEM’ê Hêvî Silêman li vir axivîn.
HELEB