Ji bo mîtînga HDP’ê ya 1’ê Îlonê ya li Amedê, li bajarê Wanê jî amadekarî tên kirin. Hevserokê rêxistina HDP’ê ya Wanê, Umît Dede bang li gelê Wanê kir ku beşdarî mîtîngê bibe.
Hevserokên HDP’ê yên Wanê û wekîlên wê tax bi tax, kolan bi kolan digerin û gel vedixwînin mîtîngê. Şêniyên Wanê ji bo tevlî mîtînga aştiyê bibin, wê roja Şemiyê saet 8’an li otogara Wanê bi otobusan bi rê kevin.
Hevserokê HDP’ê yê Wanê, Umît Dede daxuyaniyek da û got, „Ji bo rakirina tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan, em bang li gelê xwe dikin ku 1’ê Îlonê roja Şemiyê saet 16’an tevlî mîtînga me bibin. Rêxistina HDP’ê ya Wanê di vî warî de amadekariyan dike. Welatiyên me yên dixwazin beşdarî mîtîngê bibin, dikarin miracaetî rêxistinên me yên navçeyan bikin û roja Şemiyê saet 8’an li otogara Wanê bin.”
ANF/WAN