SEMÎRE ŞEHABÎ
ANF / SILÊMANÎ
Ezîz Seyfî ji ber ku kesek nîne karê wî dewam bike, xemê dixwe û dibêje; “Mixabin, kesek nehat û xwe fêrî vî hunerî nekir. Wezareta Rewşenbîrî jî ji bo fêrkirina vî hunerî cihek venekiriye û girîngî pê nedaye.Dîroka çêkirin û lêxistina amûra Sentûr heta bi beriya 2500 salan jî diçe. Bi qasî tê zanîn, cara yekê li Babîlê lê hatiye xistin û heta niha jî li Babîlê li ser kevirên kolandî wêneyên wê hene. Piştre, ji Mezopotamyayê ev amûra dengê wê aramker, belavî herêmên din jî bûye.
Li Başûrê Kurdistanê jî sentûr ji wan amûran e ku di nava komên muzîkê de tê bikaranîn, lê nexasim jî di nava muzîka Rojhilatê Kurdistanê de sentûr belav e. Li Silêmanî Ezîz Seyfî sentûran çêdike, Rêbîn Salar jî hem lê dixe û hem fêr dike.
Ji hostekarên kêm e
Kêm kes amûra Sentûrê çêdikin, jixwe kêm kes ji çêkirina wê fêm dikin. Kesên çêdikin, divê gelekî hişyar û bêhnfireh bin.
Ezîz Seyfî, ji Rojhilatê Kurdistanê ye, li bajarê Silêmanî dijî. Ew sala 1960’î li bajarê Bokan ê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye. Ji sala 1976’an ve ew her bi çêkirina amûra Sentûrê dadikeve. Ev qederê 40 salan e ku xizmeta huner dike. Bi gelek hunermendên weke Mihemed Mamlê, Reşîd Feyzî Nejad û gelek hunermendên din ên Kurd re kar kiriye. Piştî wê hatiye bajarê Silêmanî û karê xwe yê hunerî heta niha dewam dike.
Ev hunermend bi tena serê xwe dijî. Tevî mijûlbûna karê xwe yê hunerî, ew kesek e ku ji ajalan hez dike. Çend salan bi tenê li gel kûçikekî di nava xaniyekî biçûk de bi çêkirina Sentûran rojên xwe derbas dike.
Di deh rojan de sentûrek
Ezîz Seyfî, ji bo her amûreke senturê deh rojên xwe vediqetîne. Ji bo çêkirina sentûran ew darê ji dara gwîzê bi kar tîne. Ew dar jî ji bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê jê re tê. Têlên wê jî ji derveyî Herêma Kurdistanê jêre tên. Di nav çend salên bihurî de zêdetirî 700 amûrên sentûrê li ser daxwaza xelkê çêkirine.
Ezîz Seyfî li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê yekane kes e ku vê amûrê çêdike, ji ber ku kesek nîne karê wî dewam bike, xemê dixwe û dibêje; “Mixabin, kesek nehat û xwe fêrî vî hunerî nekir. Herwiha Wezareta Rewşenbîrî ji bo fêrkirina vî hunerî cihek venekiriye û girîngî pê nedaye. Ji bo ku xelkên welatên din jî bên û sûd jê bibînin. Berevajî çavê me li destê wane.”
Xwestekekê ew xist nav dinya muzîkê
Rêbîn Salar yek e ji wan kesan ku li Sentûrê dide û Kolêja Hunerên Bedew a Zanîngeha Silêmaniyê qedandiye û ev 14 sal in ku li sentûrê lê dide. Beşdarî gelek çalakiyên hunerî, konserên hunermendên navdar bûye. Yek ji wan kesan e ku ji hunermendê Îranê yê bi navûdeng Humayon Şeceryan re li Sentûrî daye.
Rêbîn li Cadeya Salim a Silêmaniyê fêrgeheke muzîkê ya bi navê ‘Fêrgeha Mehuy vekiriye ku tê de pirraniya amûrên muzîkê hene. Di heman demê de grûbeke muzîkê ya bi navê ‘Grûba Mehuy heye. Rêbin bi xwe pêşengiya wê dike.
Rêbîn diyar kir ku hunerê gelek tişt dane wî û got; “Destpêkê ji bo min sentûr xwestekek bû. Piştre ez ketim nava muzikê. Ez ji ber wê gelek kêfxweş im. Bi taybetî bi rêya senturê gihiştim gelek xelkê baş.”
Muzîka xurt pêwîst e
Muzîsyen Rêbîn Salar bal kişand ser pêşkêşkirina huner û muzikê û got; “Muzik û çand, tiştên pirr girîng in. Her komê, ji aliyê xwe ve kar li ser çandê kiriye. Hemû hewl didin. Lê, çiqas xizmet ji bo çandê hatiye kirin. Ev yek karê komîsyonekê ye li ser biaxive. Ji ber ku muzika Kurdî meydaneke fireh e. Zêdetir ber bi stîla erebeskê ve çûye. Yek ji sedemên sereke jî ragihandin e. Divê grûbên muzîkê asta xwe li hemberî erebeskê bilind bikin. Hunerekî sade pêşkêş bikin ku bandoriya derve li ser nebe.”.
Sentûr çi ye?
Sentûr amûreke muzîkê ye ku du rûyên wê hene. Rûyê wê yê serê ji rûyê wê yê xwarê mezintir e. Di nav de jî 5 kun hene. 76 têlên wê hene, çar çar bi hev ve hatine girêdan. Têleke wê ji hesin e, yên din jî ji madeya bronz û misê hatine çêkirin. Têlên wê ji dû rengan pêk hatine, hinek zer û hinek spî ne. Sentûra 15 xerekî heye ku têlên wê di ser re derbas dibin. Piştî çêkirina Sentûrê qediya, ji bo ceribandinê divê ji aliyê kesekî şareza ve were ceribandin