Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Nedîm Seven destnîşan kir ku 24’ê Hezîranê wê bibe destpêka têkçûna faşîzma AKP-MHP’ê û bang li gelên Kurdistanê bi taybetî gelê Botanê kir ku wê rojê şeqama giran a dîrokî li bin guhê AKP-Erdoganî bixe. Seven destnîşan kir ku pêvajoya qirrkirina gelê Kurd, 5’ê Nîsana 2015’an bi tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiriye û got, “Piştî tecrîdkirina Rêber Apo, hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê biryara komkujiya gelê Kurdistanê û pêşengên gelê Kurdistanê da.” Nedîm Seven da xuyakirin ku gelê Kurdistanê di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de bi têkoşîneke xurt, hîmên înkar, îmha û redê yên dewleta Tirk ser û binî hev kirin û destnîşan kir ku hemû nasname û baweriyên cuda yên li Tirkiyeyê tên înkarkirin, di 7’ê Hezîranê de derbeke mezin li sîstemê xistine. Man û nemana rejîma AKP´ê Seven bi bîr xist ku piştî vê yekê, rejîma AKP’ê bi darbeyeke siyasî hilbijartinên 1’ê Mijdarê pêk anîn û ji hingî ve dixwaze bi zext û zordariyê desthilatdariyeke faşîst li ser gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bimeşîne. Seven axaftina xwe wiha dewam kir: “Bi wê siyaseta komkujiyê re 24’ê Tîrmeha 2015’an re bi 400 balafiran êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir. Şerê 2015-2016’an ên bajarên Bakurê Kurdistanê, weke Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Gever, Şirnex, Hezex û hemû deverên berxwedana xwerêveberiyê li dijî siyaseta qirrkirinê hate meşandin û bi saya wê berxwedanê ev siyaset gihîştiye asta têkçûnê.” Nedîm Seven anî ziman ku qonaxa heyî qonaxa man û nemana rejîma AKP-MHP’ê ye. Destpêka hilweşîna 24’ê Hezîranê Seven ragihand ku hilbijartinên 24’ê Hezîranê wê bibin destpêka têkçûna desthilatdariya Tayyip Erdogan, hilweşandina faşîzma tifaqa cumhûr be. Seven da xuyakirin ku hilbijartinên 24’ê Hezîranê hilbijartinên dîrokî ne û got, “Divê hemû welatparêz, hêzên sosyalîst, demokratîk bi rengekî yekdeng têbikoşin. Heger em ê xwedî li nirxên demokrasiyê derkevin, heger em ê jiyana bi hev re ya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê pêk bînin, lazim e 24’ê Hezîranê li gelemperiya Kurdistanê herkes bi yek deng, yek reng ji bo Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) biçin ser sindoqan. Bi taybetî ciwanên Kurdistanê û Tirkiyeyê wê bi dengê xwe, di dîroka şoreşa Kurdistanê de dawî li faşîzma Tayyip-Bahçeli bînin. Divê mirov bi vê berpirsyariyê rabin.” Bang li Kurdan û Bohtiyan Seven destnîşan kir ku bi taybetî gelê Botanê; Sêrt, Şirnex navçe û qezayên wê, bi taybetî jî Colemêrg, Şemzînan, Gever, Çelê, hemû gund û navçeyên wê divê deng û rengê xwe yê demokrasî, azadî û şeqama giran a dîrokî li bin guhê desthilatdariya Tayyîp Erdogan bidin, hebûna wî li Kurdistanê biqedînin, li Tirkiyeyê jî têk bibin. Nedîm Seven bang li her kesî kir ku biçin ser sindoqan û xwest, ji deqeya destpêkê ya dengdanê heta kêliya dawî ya girtina sindoqan, çavdêr hişyar bin û bi rengekî girseyî nehêlin ku sindoq bên dizîn. Seven di dawiyê de got, “Serketin a demokrasiyê ye, ya azadîxwazan e, ya sosyalîzmê ye.” ANF/BEHDÎNAN

Gerîla betal namîne

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla yên li Şemzînan û Qilabanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. HPG´ê got, “Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz de roja 9’ê Hezîranê saet 18:30’î li herêma Govendê ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê, li dijî artêşa TC a dagirker ku li geliyê Girana rêya ewlekariyê çêdikir, çalakiyek kir. Di vê çalakiyê de ji nêz ve derbên giran li çeperên dijmin hatin xistin û 3 esker hatin kuştin. 7’ê Hezîranê saet 10’an, hêzên me li qereqola Serbend a li navçeya Qilaban a Şirnexê xist. Derbên giran li çeperên dijmin hatin xistin, lê hejmara eskerên kuştî û birîndar nehat zelalkirin.” Tirkiyê Başûr bombe kir HPG´ê li ser bombekirina bi balefirên şer a Başûrê Kurdistanê jî got, “Artêşa TC bi balafirên şer bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Li gorî vê yekê; 8’ê Hezîranê saet navbera 13:00-15:00 qada gundên Şerane, Sarkê û Bakirman ên herêma Gareyê, 9’ê Hezîranê saet 23’an geliyê Ermuş ê herêma Xakurkê, 10’ê Hezîranê saet 01:15’an derdora gundê Sitê yê herêma Zapê bûn hedefa bomberdûmana balafirên şer.” ANF/BEHDÎNAN