Çarşema bihurî li gundê Qehrabad ê ser bi navçeya Gurik a bajarê Seqizê, mêhvandariya merasîma bîranîna Xatûn Salihî (Xatûzîn) kir. Di merasîmê de nûnerên parlemanê yên ji Seqiz û Baneyê jî amade bûn. Di merasîmê de hat xwestin ku navê Xatûzîn li kolaneke Seqizê bê kirin.

Di merasimê de perde li ser wêneyê Xatûzîn ku ji aliyê wênekêş Homa Salihî ve hatibû neqişandin, hate rakirin. Herwiha hunermend û helbestvanan berhemên xwe pêşkêş kirin.

Xatûzîn sala 1921’an li gundê ‘Boge be Sî’ yê ser bi navçeya Gork a Seqizê tê dinê û sala 1994’an jî wefat dike. Xatûzîn her di zaroktiya xwe de bi karê peykersaziyê mijûl bû û gelek berhemên hêja li pey xwe hiştin. Xatûzîn di berhemên xwe de ji xwezayê îlham wergirtiye û bi taybet gelek berhemên wê heywanên heyî bûn û hinek jî xeyalî bûne.

Gelek berhemên Xatûzîn ê peykersaziyê bi navê Giriyofen li mala kurd û muzeya berhemên destan a li Tehranê tê ragirtin. 


 SEQIZ