
Fm dizanin dema bedel, şehadet nebin azadiya gel jî çênabe. Lewre me gelek şehîd dane û hîn jî em didin. Gelek ji wan bê nav in lê ji bo gelê xwe canê xwe fada kirine. Ji ber vê yekê di kesayeta Ş.Alî Temel (Selman) de hemû şehîdên têkoşîna Kurdistanê bi bîr tînim. Di dîroka gelê me de gelek bûyer rûdane ku tu carî nayên jibîrkirin, bûyera heval Selman jî nayê jibîrkirin. Heval Selman di dîroka têkoşîna me de navê xwe bi tipên zêrîn nivîsandiye qet nayê jibîrkirin. Ji ber ku bi hevalên xwe re pir girêdayî bû û dîsa ji ber pir bi xeta Rêbertî ve girêdayî bû tu carî bê çareserî nedima. Ma çi bêjim, nizanim çi bêjim, lewre ez çi bibêjim jî wê kêm bimîne?
Heval Selman di dîroka 12’ê Îlona 1980’yî de dema darbeya leşkerî dest pê dike, li derveyî welat şoreşger û gelê welatparêz tên girtin, dixin bin çavan. Sala 1981’ê de Selman jî tê girtin û heta sala 1991’ê di girtîgehê de dimîne. Piştî ji zîndana Amedê tê berdan, demekê li bajarê Stenbolê di NÇM’ê de dixebite. Di wan şert û mercan de muhasebeyek xurt dike û biryara çûna çiyayên Kurdistanê dide. Me hevdu dinasî lê di rewşa şervantiyê de me li Çiyayê Mazî ku ji bo civînekê em çûbûn wir, me hevdu di sala 1992’yan de dît.
Taybetmendiya wî
Heval Selman di jiyana şoreşgerî de ne biyanî bû, her çendî di temenê biçûk de ketibû girtîgehê û deh salan mabû jî di jiyanê de xwedî ezmûn bû. Di aliyê teorîk de xwe xurt kiribû, lê di aliyê pratîk de despêkê hinek zehmetî kişand lê ji ber li gund jiyabû ne xerîbê çol û çiyan bû. Dêrika Çiyayê Mazî wekî kefa destê xwe dinasî. Ev taybetmendî ji bo şervanekî azadiyê mîna Çiyayê Turcelê çavkaniya hêvî û baweriyê bû ji bo neyaran jî wekî teyrê baz tirs û xof bû. Wekî din hem di şervantî û hem jî di fermandariya xwe de taybetmendiya wî ya herî berbiçav; dilnizm, jîr, zana û fedekar bû. Di her xebatê de li pêş û mînak bû, bi her kesî re dikarî bikeve nav têkiliyan û di her mijarê de ciddî bû.
Di girtîgehê de perwerda bingehîn dîtibû. Ji ber vê yekê di derbarê her mijarê de xwedî fikir bû. Di aliyê teorî de tu pirsgirêkên wê nebû, rexmê vê jî xwe zana û mezin ne dida hîskirin pir dilnizim bû, di nav hevalan de pir di hat hezkirin.
Demsala havînê tişta pêwîst
Rojekê serê meha tîrmehê ye, em li tixubê navçeya Çinara Amedê nêzî gundê Kelekê li ber çemê Reşan rûniştine, demsal havîn e û li Çiyayê Mazî tişta herî pêwîst av e. Li gelek cihên vê herêmê av kêm e, heta li gelek cihan tuneye. Li vê cihê bê av Çemê Reşan wekî bihuştê bû, di nav çiyayan de mîna marê reş riya xwe dibîne û diherike tê dikeve bendava Goksu nêzîkî navçeya Çinarê ye.
Koma hevalê Selman
Çiyayê Mazî ji hezaran rêze çiyayan pêk tê, herêmek mezin e û li wir cihên ewle hene. Piştî civînê cihê xebata hevalan hat destnîşankirin. Komek hevalên nû ji herêma Amedê hatibûn, ji ber vê yekê pêwîst bû ji nûve bihatina bicihkirin. Hevalên nû pêwîst bû li ser komên herêma GAP’ê bihatina belavkirin. Du hevalên ji Rihayê tevli koma heval Selman bibûn. Ji ber ku ev kom di civînê de ji bo Siwêrekê hatibûn hilbijartin. Piştî civînê hemû komên hevalan çûbûn herêmên xwe.
Pevçûnan rû da
Dawiyê koma heval Selman jî ji pênc hevalan pêk dihat (hevala Şengal, Alî Kevçî, Zafer û her du hevalên ji Rihayê bûn). Ev kom di bin berpirsyariya heval Selman de dê biçûna Siwêregê. Piştî ji me qut bûn roja duyan êvarê di radyoya BBC de me li nuçe guhdarî dikir. Di dawiya nûçeyan de qala şerê li Kurdistan û Tirkiyeyê kir. Hat ragihandin ku li Çiyayê Mazî pevçûn derketiye. Pêşkêşvan wiha qala nûçeyê dikir; “Di 12’ê Tîrmeha 1994’an de li nevçeya Şemrexa girêdayî bajarê Mêrdînê, li gundê Urunlu li herêma şikefta Gobre de di navbera gêrîlayên PKK’ê û leşkerên Tirk de pevçûn rûdaye û pênc şervanên PKK’ê jiyana xwe ji dest dane”.
Erê rêhevalên pakrewan îro rojek ne xêr li Çiyayê Mazî dest pê kiribû. Bi rojê re me xebera reş bihîstibû, bi taybet jî şehadeta Selman dilê me hemûyan êşandibû, sedemê wê jî ji ber pir dihat nasîn, belê hertim ji me re digot; “berxê nêr ji bo kêr e”! Ji ber vê yekê bêhna me hinekî fireh dikir. Wekî din jî bi mêranî û serbilindî jiya û bi mêrxasî jî jiyana xwe ji dest da. Me hemûyan dost û neyaran jî şehîdê nemir baş dinasî, ew fermandarekî bi nav û deng bû. Bê guman hemû mirin ne wekî hev in, cudahiya vê mirinê bi mêrxasî şehîdbûn bû, lê mirina bi bê bextî, bê serî û winda kirî gelekî dilsojtir e.
Matmayî hiştibû
Li gorî nûçeya radyoyê her pênc şervan şehîd ketibûn, lê Zaferê hêman radestî neyar bibû. Di dawiyê de haya me ji vê rewşê çêbû. Em pir bi xebera şahadeta hevalan êşiya bûn, agir bi dilê me ketibû, beriya dû rojan em cem hevdû bûn û heval Selman berî ji me qut bibe şeva dawî ji me re şahîyek lidarxist.
Ew coş û kelecana wî me matmayî hiştibû. Şevek pir bi coş û watedar bû. Bi xwe li temburê dixist û bi stranên êşa salan şeva me bi coştir dikir. Ev dîmen ji ber çavên min nediçûn, heta sibehê xew ne ket çavên min, bi min şev mina salekî dirêj bibû.
Roja ku min şahadeta heval Selman bihîst, dara ku me bi hevdu re dest dabûyê jî şikestibû. Dema heval Selman xatir ji me xwest herî dawî ev gotin got; “ Heval Salih li Çiyayê Qerejdaxê li hêla Siwêregê rojek hûn werin bibin mêvanê me, em ê bi keyfxweşî we pêşwazî bikin.” Min hertim xeyal dikir li Çiyayê Qerejdaxê careke dî heval Selman bibinim.
Ev xeyal jî wekî gelek xeyalan di dilê min de ma. Niha ezê we di nav kîjan tîpan de bi cîh bikim. Dema mijar dibe stêrk û pakrewan pênus di destê min de dilerize û peyv li ser zimanê min lal dibin. Ez çi bêjim wê kêm bimîne.
Wan li ser axa Kurdistanê, di dilê me de navê xwe bi tîpên zêrîn nivîsandine. Wan bi têkokşînek wêrek û leheng mîrateyeke giranbuha û dahatuyeke azad ji me re hiştin. Di şerê hebûn û tunebûnê de wî ser da lê sir neda.
EHMED TUNELÎ / Girtîgeha girtî ya Sîlîvrî Hejmar 9 a STENBOLÊ