DÎLAN KARACADAĞ / HANAU
Mirovên ku di êrişa nijadperest a 19´ê sibatê de li bajarê Elmanyayê Hanauyê hatin qetilkirin, li heman bajarî bi merasîmeke fermî hatin bibîranîn. Dayika Ferhat Unvar ê di komkujiya nijadperest de jiyana xwe ji dest dayî, Serpîl Temîz nameyek bi destên xwe da serokwezîra Elmanyayê Angela Merkelê û jê xwest, ser dozê neyê girtin.
Di vê bibîranîna fermî de qederê 500 kesî beşdar bûn. Serokkomarê Elmanyayê Franz-Walter Steinmeier, serokwezîr Angela Merkel, şaredarê Hanauyê Claus Kaminsky, serokwezîrê eyaleta Hessenê Volker Bouffier, xizmên kesên jiyana xwe jidestdayî, siyasetvan û nûnerên saziyên civaka sivîl hazir bûn.
Şaredar Claus Kaminsky di axaftina destpêkê de soza ku ew ê bîrdariyekê ji bo kesên jiyana xwe ji dest dayî bide çêkirin. Wî paşê got, “Ji bo wan kesên ku bajarê me, welatê me bi sloganên reş û spî yên nijadperest jehrî dikin, du gotinên min hene; Hanau bajarekî rengîn bû, niha jî rengîn e û ew ê rengîn bimîne.”
Nabe ku miameleya biyaniyan bi me re bikin
Merasîma bibîranînê li Hanau Congress Parkê bi rê ve çû. Kemal Koçak ê ku di êrişê de dikana (Kiosk) wî bû armanc, xwişka Said Nesar Hashemi yê qetilkirî Saida Hashemi û xwişka Hamza Kurtovic ê qetilkirî Ajla Kurtovic di bibîranînê de peyivîn. Kemal Koçak ê gelek kesên jiyana xwe jidestdayî ji nêz ve nas dikin, got, “De lê bifikirin, li mekanekî hûn nan dixwin; kesek tê û ji ber ku cihêbûna we aciz e, ruhê we distîne. Mirov çawa di vê karibe bigihîje? Ev der welatê min e, lê ez rastiyê bibêjim, ji 19´ê Sibatê ve ez bi rehetî tevî zarokên xwe li derve nikarim bigerim. Êdî welê bû ku ez li mala xwe jî ditirsim. Dikana min cihê hevdîtinê bû. Hin hevalên min dihatin silav dikirin, hinan çayek vedixwar. Ez ê van ciwanan hew bibînim. Ez ê çawa hînî vê bêdengiyê bibim.”
Xwişka Hamza Kurtovic ê Bosnayî yê jiyana xwe ji dest dayî, Ajla Kurtovic jî got, “Di dilê min de nifrîn nîne. Lewma kîn û nifrîn, qatil û nejadperestî nêzî hev in. Hesta ku hişt êrişa nijadperest bibe jî nifrîn û kîn e. Ji ber wê ji her kesî rica dikim, xwe dûr bikin ji kîn û nifrînê.”
Xwişka Said Nesar Hashemi yê Efxan ê qetilkirî, Saida Hashemi jî got, “Em li vir hatin dinê, em welatiyên Elmanyayê ne. Nabe ku miameleya biyaniyan bi me re bikin. Hanau bajarekî pirreng e. Li nabe ku cihê nijadperstiyê hebe. Ez nexasim ji rayedarên ewlekariyê rica dikim, tedbîrên pêwîst bigirin.”
Steinmeier: Ew ne biyanî bûn
Serokkomarê Elman Franz-Walter Steinmeier jî li vir ji haziran re peyivî û got, “Ev êriş li dijî me hemûyan hat kirin. Yekî tenê jî ji wan ên hatin qetilkirin, ne biyanî bû. Li devereke ku wan xwe herî zêde ewle hîs dikir, hatin qetilkirin. Li welatê me em li dijî nijadperestiyê bi hev retêdikoşin, lewma em dixwazin bi hev re bijîn.
Her yek ji yên qetilkirî, cihê û bi qîmet bû. Ji niha û pê ve ji bo ku her kes ewle û aram bijî, divê em têbikoşin. Ev ne tenê erka siyasetvanan e, divê her kes xwe bide ber barî”.
Serokwezîrê Hessenê, Volker Bouffier jî soz da.
Serpîl Temiz name da Merkelê
Dayika Ferhat Unvar, Serpil Temiz bi xwe tevî ku pêşî xwestibû jî, nekarî di bibîranînê de bipeyive. Serpil Temiz got, “Ji min re gotin, wext nîne, ji ber wê destûr nedan ez bipeyivim. Ji ber wê ez çûm cem serokwezîr Angela Merkel, min jê re got, ez ê dev ji vê dozê bernedim, û nehêlin weke carên berê dîsa ser bûyerê bê girtin.” Serpîl Temîz got, komkujî ji ber îhmalkariya meqamên ewlekariyê çê bûye û wiha dewam kir: “Heger ser vê dozê bigirin, wê kurê min cara diduyê jî bikujin.”
Hîna di dema merasîmê de, Serpîl Temîz ji cihê xwe rabû, çû cem Merkelê, jê re got “Ez dayika Ben Ferhat Unvar im. Min nameyek nivîsî, ji kerema xwe qîmet pê bidin.” Gava merasîm bi dawî bû, Merkel çû cem Serpîl Temîz û li wir jî Serpîl Temîz jê re got, “Sê zarokên min ên din hene. Divê ez piştrast bim ku ew ewle ne. Ez dixwazim bûyer bê rohnîkirin. Ez dixwazim cenabê te jî nehêle ser dozê bê girtin, dozê bişopîne. Kurê min ê piçûk timî dipirse, çima! Ez nizanim çi lê vegerînim. Em û kujer li yek meheleyê bûn. Ez dixwazim hûn nerazîbûna ji nijadperestiyê nîşan bidin.”