Li navçeya Motkiya Bedlîsê gora komî ya aydî 24 endamên PKK'ê hatibû dîtin. Li gel ku ji aliyê welatiyan ve hate diyarkirin ku gora komî ye û şahidan jî diyar kir ku gora komî ye dîsa li ser gorê rê tê çêkirin. Ji bo rê jî moloz tê rokirin û ser gorê tê girtin. Şahidan diyar kir ku di sala 1997'an de li Zozanê Duavê pevçûn derketibû û di pevçûnê de 24 endamên PKK'ê yên jiyana xwe ji dest dan li duriyana Geliyê Bedlîsê û Dileklîtaşê hatin definkirin. Gora komî ku ji aliyê her kesî ve tê zanîn rayedarên dewletê ji bo çêkirina rê ser wê bi molozan girt. Nûnerê ÎHD'a Bedlîsê Hasan Ceylan û nûnerê MEYA-DER'ê Nihat Karababa, çûn herême û lêkolîn kirin.

'Divê gora komî bê vekirin'
Piştî lêkolînê Nûnerê ÎHD'a Bedlîsê Hasan Ceylan, ani ziman ku ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku gora komî ya aydî 24 kesan li kuye û wiha got: "Li gel ku cihê gorê diyar e bi zanebûn li ser gorê rê çêdikin û molozan rodikin. Em weki ÎHD'ê dê têkevin nava hewldanan û destûr nadin vê yekê. Em dê vê yekê qebûl nekin. Divê bi lezgîn ev gor bê vekirin û hestî teslîmî malbatên wan bên kirin.
Nûnerê MEYA-DER'ê Nihat Karababa jî anî ziman ku li gel cihê gorê tê zanîn jî dîsa bi zanebûn ser gorê dikin rê û digirin. Karababa, anî ziman ku vê yekê qebûl nakin û dê ligel ÎHD'ê mijarê bişopinin.

 DÎHA/BEDLÎS