Di vê der barê de navendê doh ev agahî bi raya giştî re parve kir:
"Şevê din hêzên me li herêma di navbera rêya 48'an û başûrê bajêr operasyonek li dar xist. Hêzên me ji kaşê Miştenûr heta rêya 48'an li hemberî nuqteyên cuda operasyon pêk anîn û derbên giran li çeteyan dan. Hêzên me 4 kolanên ji aliyê çeteyan ve hatibûn dagirkirin, ji çeteyan paqijkirin."
Navenda Ragihandinê da zaîn ku bi qasî hatiye zelalkirin di operasyonê de 14 kuştiyên çeteyan hatine tespîtkirin û daxuyaniyê weha dewam kir: "Hêzên me tevî 8 termên çeteyan dest danîn ser 10 kelaşînkof, 47 şarjorên wan û 1.000 fîşekênwan, çekeke BKC û 500 fîşekên BKC, 2 roketavêjên B7 û 6 guleyên wê, 19 bombeyên destan û 5 mayinên bi dest hatine çekirin. Hêzên me 1 tank û 1 panzer, ku di pevçûnên berê de hatibû derbkirin û çeteyan nikaribûn ji qadê dûrbixin jî xistin deste xwe."
Li aliyekî din li gorî ku ajansa nûçeyan Hawar radigihîne, li taxa Miştenûr a li başûrrojhilatê bajêr jî şervanên YPG´ê li dijî çeteyan pêr bi şev çalakiyeke din li dar xist. Di encama vê çalakiyê de jî 6 çete hatin kuştin.

Li Şengalê Înîsiyatîf a Kurdan e

Li aliyê din Fermandariya HPG’ê ya  Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê di daxuyaniya nivîskî de dan zanîn ku Pêngava Azadkirina Şengalê didome. Di daxuyaniyê de hat gotin ku hêzên berxwedanê rêzeçalakî pêk anîne û wiha hat gotin, “15’ê Çile saet nêzî 01.30’î hêzên me yên gerîla û pêşmergeyên di berxwedanê de cih digirin, li derdora Taxa Xeyir Nasir li hemberî çeteyan çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de bi awayekî zelal çeteyek hat kuştin û çeteyek birîndar bûye. Windahiyên çeteyan ên li vir zêdetir in. 15’ê Çileyê saet di navbera 09.00 û 10.00’an de li hember çeteyên li Navenda Şengalê hêzên me yên gerîla 2 çalakiyên sûîqestê li dar xistine. Li vir 2 çete hatin kuştin."

KOBANÊ/ ŞENGAL