Gelê Kobanê li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê bi awayekî topyekûn dest bi berxwedanê kir û ji bo çete derbas nebin di nava YPG û YPJ’ê de cih digirin. Tenê ciwan na kesên pîr jî tevlî seferberiyê dibin û vê carê jî dayîkên kurd ji bo parastina bajar çek hilgirtin. Dayîkên kurd ên dibin pêşengiya Yekîtiya Star de xwe rêxistin kirin ji bo parastina bajar çek girtin. Dayîka bi navê Besê, diyar kir ku Kobanê di pêvajoyeke gelek girîng de derbas dibe. Besê, anî ziman ku ew weke dayîkên kurd dê şer bikin û destûrê nadin çete axa wan dagir bikin. Besê, da zanîn ku ji bo çeteyên DAIŞ‘ê nekevin axa kurdan çek hilgirtin û wiha got: “Me jinan çek hilgirt. Em dê piştgiriyê bidin şervanên YPG û YPJ’ê. Em dê heya dawî şer bikin. Em axa xwe bernadin. Em destûrê nadin axa me dagir bikin.”
DIHA/KOBANÊ