BÎLAL GULDEM / MA / AMED

Karkerekî madenê yê ji Zonguldakê, peykerê karkerekî madenê yê bi destê karkeran hatiye çêkirin, û jinên herêma Behra Reş jî hemawiyeke herêmî kirin diyarî ji bo Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ku ev 108 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger a Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 108’an de dewam dike. Guven li mala xwe ya li Taxa Bagcilarê ya Navçeya Baxlera Amedê çalakiya xwe dewam dike. Her roj rêveber û nûnerên sazî û rêxistinan diçin serdana Guven û piştgiriya xwe jê re eşkere dikin.

Ji Derya Reş serdana manedar

Şandeya rêveberên HDP’ê yên bajarên herêma Behra Reş a Tirkiyeyê jî pêr çûn serdana Guven. Di vê serdanê de piştgiriyeke manedar jî bi rengê xelatan xwe dar. Karkerekî madenê ku li bajarê Zonguldakê dimîne, peykerê karkerekî madenê ku bi destê karkeran hatiye çêkirin, diyarî Leyla Guven kir.

Li gel vê diyariya peykerê karkerê madenê, jinên Behra Reş jî hemamiyek herêmî ya jinên Derya Reş weke diyarî ji Leyla Guven re şand.

Diyariyê ez bextewer kirim

Şandeya Behra Reş a ku çûbû serdana Guven, piştî ku diyarî danê, Guvengot, ji bo diyariya karkerên madenê û jinên Behra Reş ew gelek bextewer kiriye: “Diyariya wan dostên me, moral da min. Ez gelekî kêfxweş bûm. Piştgiriyên bi vî rengî çalakiyê xurttir dikin. Diyara wan ser seran û ser çavan.”