Hunermend Aycan Kobanê berî Şoreşa Rojava li Kobanê di xebatên ciwan, çand û hunerê de cih girt û piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê di destekî de tembûr û di destekî de çek li Hesekê, Serêkaniyê, Şengal û Rabîayê di çeperên berxwedanê de cihê xwe girt. Kobanê di her çeperê çûyê de ji bo nirxên mirovahiyê biparêze şer kir û piştî birîndar bû ji bo dermankirinê ew anîn Serxetê.
Kobanê li Pirsûsê jî bi stranên xwe ji hevalên xwe re dibe moral. Kobanê bi gotinên, “Li gorî min hêza herî mezin moral e. Ji ber ku moral çawa dikare mirovan bikuje dikare mirovan rake ser piyan jî.” bang li hemû hunermendên cîhanê kir û wiha got: “Heke hûn nikarin çek hilbigirin û şer bikin di nava vî gelî de cih bigirin bibin yek û ji wan re bibin moral. Ji ber ku ew têkoşîna pêşerojeke azad didin. Ev şerê me hemûyan ê rûmet û pêşerojê ye.”

Huner şoreşger e

Kobanê dema li Kobanê di berxwedanê de cih girt ji ber bombeya hewanê nêzî wî ket û birîndar bû ji bo dermankirinê anîn Pirsûsê û li vir jî li konbajaran digere û bi huneran xwe moralê dide mexdurên şer. Kobanê anî ziman ku di nava şer de jî huner dikare bê kirin û wiha axivî: “Di nava şer de min hewl da ez hunera şer, berxwedan û şoreşê bikim. Min di nav şer de stranên ‘Fermandaro’, ‘Xêrabû zeman’ û ‘Ceng e Ceng e’ nivîsandin û gotin.”

Kobanê da zanîn ku berxwedana Kobanê teqez dê bi serkeftinê tacîdar bibe û wiha axivî: “Heya niha tu Kurdekî serê tu kesî jênekiriye, zilim li cîranê xwe nekiriye û koçber nekiriye.” Kobanê bal kişand ser rewşa kobanêyiyên ji ber şer koçber bûn. Kobanê bi lêv kir ku divê mirovahî sedema rewşa hatî jiyîn lêpirsîn bike û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Kobanê tu caran nakeve û divê hemû kes vê  yêkê di serê xwe de bi cih bike. Dijmin bi derziyên tiryakê û hebên tiryakê şer dikin. Em jî bi dil û can şer dikin. Ji ber ku em namûs û axa xwe diparêzin.” Kobanê herî dawî şervanên YPG û YPJ'ê silav kirin û ji wan re stranek diyarî kir.

DÎHA/RIHA