Şêr û piling reviyan rebena hirçê hat kuştin
Li bajarê Elmanyayê Luenebachê, polîs hirçeke ku ji Bexçeyê Heywanan ê Eifelê reviya kuşt, lê 2 şêr, du piling û jaguarekî karîbûn birevin. Sedem jî ew bû ku barana zêde û lehiyê zirar kiribû li çît û hesinên qefesan.
Li bajarê Luenebach ê nêzîkî sînorê Elmanyayê bi Luksemburg û Belçîkayê re, xelk hat hişyarkirin ku malên xwe dernekevin, derî û pencereyên xwe jî girtî bihêlin.
Li gorî rayedaran, gelekî muhtemele ku barana zêde kiribe ku derfet peyde bûbin heywan ji qefesên xwe yan jî ji çîtên dor li mekanê wan digirin, xwe xilas bikin.
Rayedar wisa bawer dikin ku heywan hîna di nava aqarên Baxçeyê Heywanan ê Eifelê bi xwe de bin. Baxçeyê Heywanan ê Eifelê hêzeke mezin a polîsan û agirkuj li heywanan digerin.
Bi her halî rayedarên Baxçeyê Heywanan ê Eifelê nikarin bersiva pirsa ka çawa bi rastî mumkin bû heywan ji qefesên xwe birevin bidin; ya em dizanin ew e ku polîsan rebena hirça dixwest ji qefesa xwe derkeve kuşt, herçî şêr, piling û jaguar bûn, wan karî birevin. Destpêkê hatibû îdîakirin ku puma jî reviyane, lê paşê ev agahî hat sererastkirin, yanî pumayan nedaye ser şopa şêr û pilingan. KOLN