Li herêmên qaşo bêçek, topbaranên dijwar ji hêla balafirên Rûsya û rejîmê ve li ser bejahiyên Idlibê û Hemayê didome. Hêzên rejîma Sûriyê û balafirên şer ên Rûsyayê di roja 14´an de gelek bombe li herêmên bajarokê Hibêt, gundê Şêr Mixar ê ku nuqteya kontrolê ya Tirk lê heye, barandin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan, di roja 14´an de balafirên Rûsyayê 20 êriş pêk anîne. 6 li Şêr Mixar, 4 li Hibêt, 4 li Mîdan Xezal a Çiyayê Şehşebo û 2 jî li Kefir Eyn, Medaya û Haya yên bejahiya başûrê Idlibê.

Li aliyekî din jî helîkoptêrên rejîma Sûriyê gelek bermîlên teqemeniyê avêtin herêmên bajarokê Hibêt û gundên Sehriya û Um Zeytûne yên bejahiya başurê Idlibê û bi wê re jî hejmara bermîlên ku li bejahiyên Hema, Laziqiyê û Idlibê ve hatine avêtin, bûn 58.

Li Hemayê şer dijwar e

Di roja şer a 13’an de, di navbera hêzên rejîmê û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk de li devera Bab El-Taqa ya Sehil El-Xab a bejahiya bakur rojavayê Hemayê şerên dijwar rû da. Her wiha hêzên rejîmê herêmên bajarokê El-Letamine yê bejahiya bakurê Hemayê bi 135 moşekan topbaran kir.

 

IDLIB