Û herkesî jî wer hesiband ku êdî bi kuştin û şewitandina van cadûgeran wê bextewer bibin. Di rewşek ku li pişt her kuştin û talanê, civak ji rastiya xwe dûr ket. Cavbirçîtiya mêrê serdest bi talankirina erdekî, bajarekî û welatekî bidawî nedibû. Her ku şer dikir, dixwest têr be û têr nedibû û nabe jî.
Ev şer û talan bi salane berdewame. Dibe ku gelek caran kirasê xwe guherandibe lê zahir ti caran cewherê tiştekî naguherîne. Carnan gelekî nerim bûye û carnan jî gelekî hişk, di herdû rewşan de jî civak bi felaketên mezin re rûbirû hiştiye. Ger ev şer wusa berdewam bike, kîn û zêdegaviyên mêrê serdest bigihêje lûtkeyê û jin jî di xweşiyê de jiyan bikin.
Na! tiştek wusa nebûye û nabe jî. Ji ber ku ev rastiyeke li ku û kengê çavbirçîtiya desthilatdariyê zêde be, li wir ne tenê ji bo jinan, ti civak rûyê xweşiyê nabîne. Di rastî de gelek dîn û mezhebên ku derketin ji bo jinan tiştek nekirine, ji ber ku wan ji mêjve jin ji deftera de xwe reş kirine û dûr avêtine. Dînên ku di rastiya wan de talan hebe, ango hema pêşde biçin û welatan dagir bikin, wê çawa jinan talan nekin. Ji bo ku civakan talan bikin, dest davêjin nirxên herî pîroz ên civakan ku ew jî jine.
Dibe ku gelek kes vê yekê nepejirînin û bêjin di hinek dîn yan jî serdeman de mafê jina hebûye. mafê çi? Ji yekemîn kerxaneya Mesqetîn (Mûsakadîn) bigire heta bazarên fihûşê yên kapîtalîzma îro, hemû îfadeya hişmendiyekê ne. Ger mafê jinan hebûya, ewqas kerxane û paşê jî Heremser ji bo çi bûne? Ev saziyê bi lanet ji bo fêrkirina kîjan zanistê bûne gelo yan jî xizmeta kîjan pêşketinên civakî û dîrokî kiriye? Bi nêrîna min ji ber ku çanda Haremserayan bi taybet di Rojhilata Navîn de baş nehatiye lêkolînkirin, îro û piştî hezaran sal ku em bi heman mijarê re rûbirû dimînin, deng ji kesî dernakeve. Jê demê gelo ev çand di civakê de hatiye pejirandin. Ez ne bawerim. Ji ber ku dema tu li jiyan û serpêhatiya jinên ku di Haremserayên Împratoriyên mezin de mane, temaşe dikî, serî li her rêbazê dane ji bo ku xwe xilas bikin.
Xenîmeta şar an diyarî
Gelek jinên ku di van Haremserayan de bûne yan xenîmetên şer bûne yan jî wek diyarî ji cihên cûr be cûr ji serayan re hatine. Pir jinên li wir derketina derveyî Serayan ji bo wan wek xewnên şevan bûye. Gelekan xeyalên jiyanek paqij û sade li gundek dûr ji ewqas xeml û xêzan bi dizîka di serê xwe de derbas kirine. Ji bo me herkesî ew dem wek dema herî tarî tê di dîrokê de. Di pirtûkan de em van serpêhatiyan dixwînin yan jî di fîlmekî de temaşe dikin û dadînin aliyekî. Wek ku em gelekî ji vê yekê dûrin. Mixabin em rewşên gelek xedartir ji wan deman jiyan dikin. Get nebe me navê yên berê kiriye mirovên hov û paşketî û me navê xwe jî kiriye mirovên herî zana û pêşketî. Niha ezê hinek mînakan bidim ji bo em ku birastî careke din bi xwe bihesin ku serdema em têde gelekî hovtir û hartire ji demên berê ye. Herî kêm gelek nirx û exlaqên ku civakê pê bawer dikir, dihişt ew civak li gel hemû şer û talanan li ser piyan bimîne. Qesta min ne ewe ku tabloyek reş xêz bikim. Lê rastî ewqas tale ku em carnan ditirsin bilêv bikin.
Pirjinî û zewaca demkurt
Hêjî li gelek welatan pirjinî mijarek normale û heta qanûniye. Sîxe yan jî zewaca demkurt her ku diçe di bin navê ol de pêş dikeve. Bazarên ticaret ango kirîn û firotina jinan qet kêm nebûye û bûye yek ji bazarên ku pera tije berîka pergalê dike. Ji xwe hed û hesabê kerxaneyên fermî ên ku bi destê dewletên qaşo pêşketî ve tên çêkirin tineye. Êdî sektorên fuhûşê rojê ji her derî bi awayek fermî xebatkar hildigrin. Her salê merasîmên bi mesref ên moda û hilbijartina ya herî xweşik di cihanê de, mêjiyê mirovan disekinîne. Û dîsa mixabin gelek kes ji bo temaşekirin û şopandina van merasiman li stadyom û li ber televizyonan bêsebiryê dikin û rojan dijmêrin. Kes napirse ev jin li ku hatine, çima ya herî xweşik, çima ewqas pere ji van re têne xerckirin? Yan jî li gelek welatan ku mînaka herî nêzî me Tirkiye û Îranê salê bi hezaran keç û xort bi merasîmên pirmesref têne zewicandin. Kesên ku beşdar dibin jî piranî xwendevanên zankoyanin. Heta giregirê dewletan wek serokomar û serokwezîr jî tevlî van merasimên qirkirina civakê dibin û gelek kes jî ji wan re çepikan dixin. Tu dibêjî şoreş kirine, di rewşekî ku ti ferqa wan bi şah û sultanan re tineye. Ya rast wek bi xwe jî dibêjin kevneşopiya bav û kalê xwe dişopînin yan jî zindî dihêlin. Erê çanda desthilatdariyê di kesayeta wan û kiryarên wan de zindî dibe. Li gelek welatan êdî bernameya TVyan a zewacê temaşevanan kom dike. Ji vê vekirîtir çi heye ku ew jin yan jî mêr li wir, li pêş alemê xwe difroşin û ewqas.
Dema em van hemiyan tînin ber çavên xwe, ger îro li cihek wek Efxanistan, Sûrî, Misir, İraq û gelek welatên ku di gola xwînê de digevizin, bi hezaran jin tên revandin û tecavûzkirin, êdî kê li hember van dengê xwe rake. Ji xwe vê pergalê hemû kiryarên xwe ewqas rewa kiriye ku êdî mêjiyê civakê teviziye. Refleksa parastinê di mirovan de gelekî kêm bûye. Ji xwe di welatê wan de rojê bi sedan jin tên kirîn û firotin yan jî kuştin. Wê demê ger li welatek din nûçeya ku bi hezaran jin têne revandin, gelo wê çiqas bandor bike, ew jî cihê gumanê ye.
Formgirtina herî dawî ya pergalê
Kiryarên îro ên DAIŞ’ê formgirtina herî dawî a vê pergalê ye. Ger fîlmên wek Hurem Sultan (Muhteşem yüzyıl) ku li Tirkiyê weşanê dike û di gelek welatên Rojhilata Navîn de bi gelek zimanan hatibe dûblajkirin, ewqas bi heyranî were temaşe kirine, wê demê em qet ji wê pozisyona jinan a di wan Haremserayan de aciz nabin û heta êdî dibe modelek ji bo civakê. Ji cilxwekirina wan bigire heta şêwazê tehrîk kirin û ji rêderxistina mêran, fitne, fesadiya jinan hemû di mêjiyê civakê de vê baweriyê çêdike ku jin çavkaniya fitneyane, divê hertim bê tepeserkirin û hepiskirin. ji bo wê jî êdî nûçeyên kuştina jinan her roj jî hebe, me di cihê xwe de naveciniqîne û bi xwe nahesîne. ez bawer dikim ku gelek mêr û heta jin bi xwe jî dema van nûçeyan temaşe dikin, bilind jî nebe, hêdîka di ber xwe de dibêjin; “ma sûcê wê ye, mêrê xwe aciz kiriye ku ew kuştiye!”
Îro stûnên avahiyên Haremserayan nehatiye şikandin. Ji bo wê jî ewlehiya canê ti jinî tineye, heta ku lingê wan avahiyan hilneweşîne. Tirajêdiya Şengal û Musilê, nîşan dide ku çavbirçîtiya şah û sultanên îro gihiştiye lûtkeyê. Ger em li hember vê yekê bertekê nîşan nedin tê wê wateyê ku em jî serê xwe ji van hovîtiyan re dihejînin. Mmijarek din jî ewe ku ti mêr ne derd, êş û tirajêdiya ku îro jin pê re rûbirû ne bi qasî jinan fam dikin û ne jî his dikin.
Pêwistiya hêza xweser a jinê
Ji bo wê jî nabe ku jin li bendê bimînin, mêr wan biparêzin. Divê her jinek xwedî hêza xwe ya parastina cewherî be. Dibe ku şêwazê parastinê cûr be cûr be. Wek mînak îro jin li Rojavayê Kurdistanê xwedî hêzeke xurt a cewherî ne ji bo wê ne tenê DAIŞ’ tu hêz nekare xwe nêzî wan bikin. Jina bê rêxistin, mehkûmî her cûre êrîşane. Herwiha mijareke ku divê bê rêxnekirin ewe ku şermezarkirina hovîtiyek ewçend namirovane tenê bi meşek biçûk, rûniştina di parkan de ku hewayê pîknîkê zêdetir dide yan jî bi daxûyaniyek ji rêzê, nefamkirin û nehiskirina asta vê hovîtiyê ye. Dem hatiye ku em jin ruh û bedena xwe ya êsîrgirtî di hemû avahiyên şah û qiralan de, azad bikin. Nabe xewa şevê bikeve çavê me ji dengê hawara jinên Şengalê. Ew jinên ku xwe ji çiyayên Şengalê avêtine ji bo nekevin destê DAIŞ’ê, şehîdên şoreşa azadiya jinan in. Kêliya ku ew ji wan zinaran xwe davêjin, ew kêliye ku deriyê hemû serayên doh û îro vedibe û ruh û bedena girtî azad dibe ji koletiya hezarê salan.
GELAWÊJ EWRÎN