Dadgeha Îdarî ya Kasselê biryar da ku gotina dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ di çarçoveya azadiya ramanê de ye. Kurdistaniyê ku ji ber vê dozê ketibû ber taqîba neheq a hiqûqî jî beraet kir.

Di salvegera 20’an a bêbextiya navneteweyî ya 15’ê Sibatê de ya li dijî Rêber Apo, li bajarê Elmanyayê Kasselê çalakiyek çêbûbû. Di çalakiyekê de ji ber ku dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ gotibû, aktivîstekî Kurdistanî ketibû ber lêpirsîneke hiqûqî ya neheq.

Dozger ji bo Kurdistanî bê cezakirin, miracetî Dadgeha Îdarî ya Kasselê kiribû. Di îdînameyê de dozger îdîa dikir ku gotina ‘bijî Serok APO’’ propagandya PKK’ê ye û dikeve ber qedexekirina PKK´ê.

Dadgeh ne weke dozger û polîs fikirî

Lê di danişîna pêşî ya dadgehkirinade heyeta dadgehê de diyar kir dirûşma ‘bijî Serok Apo’, ‘ji binî ve ne sûc e’ û dozger û polîs neheq dît. Di biryara dadgehê de hate gotin dirûşma aktivîstê Kurdistanî ‘bijî Serok Apo’’ di çarçoveya ‘’azadiya ramanê’’ de ye, ev ne sûc e û biryara beraetê da.

Dadgehê wekî din biryar da ku mesrefên ji ber vekirina dozê li ser dewletê bimînin.

Hezîrana bihurî jî Dadgeha îdarî ya Berlînê biryara beraetê ji bo Kurdistaniyekî dabû, û ew Kurdistanî jî ji ber gotina slogana ‘Bijî Serok Apo’ dihate mehkemekirin.

 

ANF/KASSEL