Albuma Jan Med “Ewr” Adara îsal ji Mîr Multîmedia derçûbû. Jan Med ev 15 sal in ku bi muzîkê re mijûl e. Jan Med jiyana xwe ya muzîkjeniyê wekî “serboriyekê” bi nav dike û dibêje, piştî jiyana fîrarî ya 17 saliya min ev berhama hanê ji nav lepê min filitî.  

Her wiha Med derbirî ku ji mûzîkjenên Kurd ên wekî M.Arif Cizrawî, Mihemed Şêxo, Şahram Nazerî, Şeroyê Biro tesîr bûye. Mûzikjenê ciwan Jan Med ji bo albuma xwe ya “Ewr” weha peyivî: “Ji jiyana Kurdan çîrokek û ji nav wan çîrokan jî çîroka ku lihevgihîna trajedî û berxwedanê ye. An jî mirov dikare bibêje ku qala serboriyek an jî biserhatiyan dike. Piçek siya wendakirin, serpêhatiya bajarekî û hilma xizaniyê ye. Em dikarin bibêjin ku rondik, xwîn û qerîn veguherîna deng û ev dengê hanê jî veguherî çîrokekê. Parçeyek ji çîroka rêwîtiya ji Xançepeka Amedê ya salên 90´î heta bi şevên tarî ên metroplan e.”

Med anî ziman ku dixwaze li dijî muzîka sîstemê muzîkeke alternatîf pêk bîne û weha pê de çû:”Her roj li kolanan zarokên me tên kuştin û li gel vê trajedîyek jî heye. Ma dibe ku mirov di vê rewşê de bê alî be. Jixwe, gava mirov li alîkî bisekine, ev yek jî li gel xwe lêgerîna alternetîfekê tîne. Albuma min xebateke 8 salan e.” 



DELÎL TEKÎN / ZURÎCH