Şervanên YPG’ê li dijî koma çeteyan a bi navê Sûltan Mûrad a dewleta Tirk du çalakî li dar xistin. Yek jê serçete, du dagirker hatin kuştin.
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê diyar kir ku li navçeyên Şera û Bilbilê yên Efrînê di 8 û 9’ê Kanûnê de wan du çalakî li dar xistine.
Hate ragihandin ku di çalakiyan de koma çeteyan a bi navê Sûltan Mûrad a girêdayî artêşa Tirk bûye hedef û yek jê serçete du dagirker hatine kuştin. YPG’ê derbarê çalakiyan ev agahiyên li jêr dan:
“Di 8’ê Kanûnê de tîmeke me li navçeya Şerayê li dijî wesayîta Ebû El Mot yê ku berpirsê ‘Komîteya Parastinê’ yê koma çeteyên bi navê Sûltan Mûrad e, çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di vê çalakiyê de serçete hat kuştin û dagirkerek jî birîndar bû.
Di 9’ê Kanûnê de li gundê Qurnê yê Bilbilê li dijî baregeheke koma çeteyên bi navê Sûltan Mûrad çalakiyek hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hat kuştin û 2 dagirker jî birîndar bûn.”
EFRÎN