Serçeteyên DAIŞ û Cebhet Fetih El-Şam (El-Nusra) tevlî çeteyên Artêşa Tirk a dagirker bûne. Hate gotin ku serçeteyên artêşa Tirk a dagirker, serçeteyên DAIŞ û Cebet Fetih El-Şam ên berê bûn. Çavkaniyekî diyar kir ku çeteyê bi navê Yûsif Şiblî, berê emîrekî DAIŞ bû, piştî herêm radestî artêşa Tirk hate kirin, tevlî çeteyên artêşa Tirk bû. Heman çavkaniyê destnîşan kir ku Yûsif Şibilî niha wekî fermandarê koma çeteyan a bi navê Meclîsa Leşkerî a Qebasîn e.
Çavkaniyek din jî da zanîn ku serçeteyê Meclîsa Leşkerî ya Qebasin bi navê Ibrahîm Tewîl berê emîrê Cebhet Fetih El-Şam bû, Ibrahîm Tewîl duh ji aliyê kesên ne nas ve hate kuştin.
Heman çavkaniyê diyar kir ku piraniya çeteyên artêşa Tirk a dagirker çeteyên DAIŞ û El-Nusra bûn. Piştî ku artêşa Tirk bajarê Cerablus di 24‘ê Tebaxa derbasîbûyî de dagirk kir, eşkere bûn ku çeteyên DAIŞ‘ê gundên herêmê radestî artêşa Tirk a dagirker dike, her wiha diyar bû ku çawa artêşa dagirker bi komên çete re lihev dikin da ku şerê hêzên şoreşger ên ku herêmên Şehbayê rizgarkirine, bikin.
ŞEHBA