Endamên PYD’ê di destpêkê de serdana Navenda Rêxistin û Têkliyên YPG a bajarê Serêkaniyê kirin. Li vir ji aliyê Rêveberê Navendê Hisên Koçer ve hatin pêşwazîkirin. Piştre endaman berê xwe dan eniyên berxwedanê yên başûr û rojavayê Serêkaniyê û li vir jî ji aliyê şervanên YPG’ê û YPJ’ê ve hatin pêşwazîkirin.
Sipasiya şervanan kirin
Di serdanê de li ser navê Rêxistina PYD’ê ya bajarê Amûdê Mihemed Kûtê derbarê berxwedana YPG’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de axivî û spasiya şervanên YPG/YPJ’ê kir. Kûtê di axaftina xwe de wiha got: “Em wekî endamên PYD’ê bi hemû derfetên xwe piştgiriya hêzên YPG’ê dikin. Me silavên welatiyên bajarê Amûdê ji we re anîne. Serdana me ji we re tenê ji bo ku em moralê ji we bigirin.”
´Em hêza xwe ji gel digrin´
Li aliyê din Fermandarê YPG’ê Baz Met Semsûr bi xêrhatina endamên PYD’ê kir û got ku ew wekî şevanên YPG’ê bi hatina wan gelekî kêfxweş in û wiha anî ziman: “Em di berxwedana xwe de hêza û morala xwe ji gelê xwe werdigirin. Serdana welatiyên Amûdê em gelekî buha dinirxînin. Ji bo parastina hemû pêkhateyên herêmê, em amade ne canê xwe feda bikin.”
Piştî axaftinan endamên PYD’ê xatirê xwe ji şevanan xwestin û serdana xwe bi durişmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî kirin û vegeriyan.
ANHA/SERÊKANIYÊ