Şandeya ku ji Hevserokê Şaredariya Amedê Firat Anli, Endama Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Fatma Kurtalan, Cîgirê Serokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Husên Yilmaz, Hevseroka Şaredariya Agirî Muqades Kubîlay, Hevserokê Şaredariya Bajarokê Dêrgulê ya Şirnexê Ozlem Kutlu, Nûnera Dayîkên Aştiyê Nezîfa Kutlu û Seroka Kongreya Jinên Azad Nezehat Erguneş pêk tê, ji aliyê Cîgira Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê Remzî Şêxmûs, Seroka Desteya Rêvberiya Herêmî û Şaredariyan Norşan Hisên, Nûnerê Lêvegera Siyasî li Kantona Efrînê Osman Şêx Îsa, nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û nûnerên Meclîsa Zagonsaz a Kantona Efrînê ve hate pêşwazîkirin.
Endamên şandeyê ku li gundê Qestel Cindo yê navçeya Şera hate pêşwazîkirin, ji vir jî derbasî navenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê bûn û ji aliyê Hevserokên Meclîsa Zagonsaz Mihemed Seîd Yûsif û Hêvîn Reşîd û nûnerên TEV-DEM’ê ve hatin pêşwazîkirin.
Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên Kantona Efrînê ku şande pêşwazî kirin, kêfxweşiya xwe ji bo vê gava ku têkiliya di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de xurt dike, anîn ziman û ev serdan weke gaveke dîrokî bi nav kirin.
Şandeya bakurî jî rexnedayîna xwe ji bo dereng mayîna serdanên bi vî awayî dan û gotin ku derngmayîna wan ji ber rewşa awarte a Herêmê ye. Her wiha Ji ber mijûl bûn û girîngdayîna wan ji bo berxwedana ku Kobanê nîşan da û bala hemû cîhanê kişandî ye.
Şandeyê diyar kir ku wê ev serdan rê li ber pêşkêşkrina alîkariyê ji bo Kantona Efrînê li gorî derftan wan veke û berxwedana Kobanê ku wateya sînorên çêkirî di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de rakir, dewam bike..
Tê payîn ku îro wê şande serdana Saziya Malbata Şehîdan, Şaredariya Gel a Kantona Efrînê û serdana Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û birîndarên Kantonê bike.
EFRÎN