Şandeya ku ji Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yûsiv, nûnerê Kantonên Rojavayê Kurdistanê yê Herêma Kurdistanê Şêrzad Êzîdî û Nûnera Yekîtiya Star a Herêma Kurdistanê Nûjîn Yûsuv pêk dihat, serdana parêzgeha Helebce kirin. Şande ji aliyê Serokê Komela Qûrbaniyên Helebce Serxêl Mihemed, Qeymeqamê Helebce Elten Hesen û Berpirsê Monomenta Şehîdên Helebce ve hatin pêşwazî kirin.
'Em niha li cîhekî pîroz e'
Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yûsuv diyar kir ku armanca serdana wan nêzîk de şopandina bûyerên bi ser Helebce de hatine û dilsoziya xwe ya bi şehîdan re bînin zimane.
Yûsuv got: "Em niha li cihekî piroz in, ku lê di çend deqîqeyek de 5 hezar mirov şehîd bûn û nêzî 10 hezar kes koçber û penaber bûn. Gelê Kurd her tim rastî zilm û sitemkariya welatên dagirker û cîranan hatine."
Yûsuv bal kişan ser çalakiyên ku jibo piştgiriya berxwedana Bakûrê Kurdistanê tê lidarxistin û wiha got: "Lê mixabin ji ber siyaseta Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya xwe nêzîkirina Tirkiyeyê, em dibînin ku dengê azadiyê hatiye bêdeng kirin."
Gul danîn ser goristanên şehîdan
Piştî axaftina Hediye Yûsuv, şandeyê gul danîn ser gorîstana şehîdan. Qeymeqamê Helebce jî sembola qûrbaniyên Helebe pêşkêşî Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yûsiv kir.
CÎHAN HEWRAMÎ/ROJNEWS/HELEBCE