Şandeya Rojavayê Kurdistanê ya ji Serokê Meclisa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Mûslim, Hevserokê Sîstema Federal a Bakûrê Sûriyeyê Mensûr Selûm, Cigirê Hevserokê Kantona Cizîrê Efram Îshaq, Rêvebera Kongreya Star a li Helebê Sûat Hesen û Serokê Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Ekrem Hiso, Endamê Desteya Rêveberiya Nûnertiya Kantonên Rojavayê Kurdistanê ya Herêma Kurdistanê, Dr. Cewîdan Hesen pêk dihat, îro serdana parêzgeha Helebce kir û li gel Qaymeqama Helebce, Tevgera Azadî, Serokê Şaredariyê û nûnerên xizmên şehîdan re hevdîtin pêk anîn.
Şande destpêkê ji aliyê endamên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin û piştre çû serdana Qaymeqama Helebce. Piştre jî çûn serdana goristana şehîdên Helebce û destegulek danîn ser goristanê û herî dawiyê jî serdana Bîrdariya Helebce kirin û li wir civîna çapemeniyê li dar xistin.
Piştî Helebce serdana Çemçemal kirin
Şandeya Rojavayê Kurdistanê piştî Helebceyê çû serdana navçeya Çemçemal. Şande li Hola Rewşenbîrî ji aliyê hejmarek berpirsên hizbî, rayedar û welatiyên Rojavayê Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin. Hevserokê Sîstema Federaliya Bakûrê Sûriyeyê Mensûr Selûm li wir ji kesên amade re axivî û got; "Bi saya sîstema federalî mafên hemû pêkhateyên li Rojavayê Kurdistanê hatine parastin. Li rexmê ku Tirkiye berdewam ambargoya aborî daniye ser Rojavayê Kurdistanê jî, lê dîsan wê kariye xwe bi rê ve bibe."
Rêvebera Kongreya Star a li Helebê Sûat Hesen jî di hevdîtinê de axivî, di serî de silav ji bo xebatkarên herçar parçeyên Kurdistanê şand û got; "Kurdistan hemû yek e, rejîmên dîktator li herçar parçeyên Kurdistanê li dijî Kurdan her tim komkujî pêk anîne. Vî gelî, li her kolaneke Rojavayê Kurdistanê li hemberî çetayên DAIŞ'ê şehîd dane. Heya rizgar bûye. Heya ji komkujiyan rizgar bûye. Her tim bi pêş ketiye. Rêjîma Erdogan jî li Bakûrê Kurdistanê komkujiyan dike."
Sûat Hesen, ji ber piştgiriya Çemçemal û navçeyên din ên Kurdistanê ya ji bo Kobanê spasiyên xwe pêşkêş kirin û diyar kir ku Rojavayê Kurdistanê destketiyên baş bi dest xistine. Piştî axaftinan, şandeya Rojavayê Kurdistanê çû serdana Bîrdariya Enfalên Çemçemal û destegulek li ser goristana şehîdan danî.
CÎHAD HEWRAMÎ / ROJNEWS/ HELABCE