Di nava heyetê de Parlamenterên HDP'ê Selma Irmak, Erol Dora û Gulseren Yildirim, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Febrûniye Akyol, Hevşaredarê Êlihê Sabrî Ozdemîr, Hevşaredarê Wêranşarê Emrûllah Cîn û Parlamentera berê ya Parlamenta Ewropayê Feleknas Ûca dih digirin. Heyetê piştî hevdîtinên li Zaxo û Duhokê çû Laleşê. Heyet li herêma Şêxan ku gelek Êzîdiyan xwe lê girtine, ji aliyê rayedar û alimên olî ve hat pêşwazîkirin. Heyetê der barê rewşa Êzîdiyan de agahî girt û li gel guhdarî kir. Endamên heyetê wê biçin serdana kampa Mexmûrê û welatiyên ji ber ewlekariyê ji Mexmûrê neçar man koçî bajarokê Ranya bikin.

LALEŞ




Ji Sêrtê alîkariya Rojava

Beşa sêyemîn a alîkariya di çarçoveya kampanya piştgiriya Rojava de bi şiyara "Rojava rûmeta gelan e, li rûmeta xwe xwedî derkeve" li gelemperiya Sêrtê bi pêşengiya Şaredariyê hatin berhevkirin, ji aliyê Serokê ÎHD Şaxê Sêrtê Zana Aksû û endamê Meclîsa Şaredariya Sêrtê Mehmet Ozer ve ji Rojava re hat şandin. Dema alîkarî derbasî aliyê Qamişlo dihat kirin, Hevşaredarên Nisêbînê Sara Kaya, Cengîz Kok, parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî amade bûn. 50 ton alîkariya însanî ya ji aliyê gelê Sêrtê ve hat komkirin, di encama hewldanên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û Şaredariya Nisêbînê de derbasî bajarê Qamişlo hat kirin. Alîkariyên hatin şandin li aliyê Qamişlo ji aliyê Hevserokê Komeleya Komkirina Alîkariya Însanî ya Rojava Hambar Hesen û rêveberên komeleyê ve hatin pêşwazîkirin. Hesen di axaftina xwe ya li vir de got, "Weke Kantona Cizîrê em ji gelê Sêrtê re spas dikin. Agirê şoreşa Rojava bi hezaran kîlometreyî belav bûye. Em silav û hurmetên xwe pêşkêşî gelê Sêrtê dikin ku tevkarî li vê şoreşê kiriye. Bi rastî jî gelekî zehmet e ku ji Sêrtê alîkarî bigihêje vê derê, lê em dibînin ku desteka biryardar a gel êdî dûrîtiya bi kîlometreyan bêwate kiriye." 

DIHA/SÊRT