Şandeya endamên Partiya Çep a Alman doh çû bajarê Amûdê û ji aliyê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê hat qebûlkirin. Serokê Meclîsê Ekrem Hiso û herdû cîgerên wî Dr. Hisên El-Ezam û Elîzabêth Kawriyê bixêrhatina şandeyê kirin û pê re civiyan.

Her du aliyan rewşa Rojavayê Kurdistanê û Rojihlata Navîn di aliyê siyasî û leşkerî de gotûbêj kirin. Di gotûbêjan de bal hate kişandin ser sîstema Rêveberiya Xweseri ya Demokratîk ku hemû pêkhateyên herêmê di nava xwe de dihewîne.

Şandeya Alman ku ji enamên tevgerên jin û ciwanan, her wiha endamê Parlementoya Ewropa û endamê Partiya Çep a Alman Martin Dolls pêk tê, di 25’ê Cotmehê de derbasî Rojavayê Kurdistanê bû da ku rewşa herêmê ji nêz ve bişopîne.Ev şande ku pêr çûbû Meclîsa Zagonsaz a kantonê dê hefteyekê li Cizîrê bimîne. Di vê hefteyê de dê biçe navendên Yekîneyên Parastina Gel, Yekîneyên Parastina Jin, Saziyên Rêveberiya Xweser û Saziyên Civaka Sivîl. 


 HESEKÊ