Rêveberê DAKAD'ê Alî Dogan, diyar kir ku fealiyetên di çarçoveya rêziknameyên zagonên komeleyan de hatin kirin "îlegal" nîşandan bêhiqûqî ye. Dogan, anî ziman ku ev yek berdevama bêtehemûlûya li dijî baweriya elewiyan e û wiha got: "Kesên çand û xwezaya me serhildêr dîtin û komkujî pêkanîn îro jî li ser kar in. Bi taybet navendên baweriyê yên me winda dikin û bi vê yekê asîmîlasyonê tixin dewreyê. Vê yekê zanîngeh dike. Heta duh waliyan li gundên elewiyan kapmanyaya mizgeftan çêbikin, dimeşandin. Piştî vê yekê negirt heman zihniyet di bin navê teşeyeke nû bidin elewiyan li ser kar e. Di vê demê de akademiya me ji bo nirxên xwe bi parêze dest bi xebatan kir. Di rêzikname û bernameya me ya fermî de xwedî derketin û parastina cihên pîroz heye. Ev yek bi fermî hate qebûlkirin. Ana Fatma navendeke me ya baweriyê ye û vê yekê hemû gelê Dêrsîmê jî dizane."
Dogan, bertek nîşanê çêkirina abîdeya ya li Ziyareta Ana Fatmayê, çêkirina kaniya Gola Çeto wekî îlegal hatin girtin û Aysel Dogan bi vê yekê tê darizandin da û wiha axivî: "Ev yek jî dide xuyakirin ku li dijî cihên bapîr, bav û dapîrên me wateya pîroz danê û îbadeta xwe lê kirin êrîşke heye."
'Kevneşopî li ser kar e'
Dogan, da zanîn ku kesê bixwazin Gola Çeto cihê ziyaretê ye yan na bila di 15 û 21'ê adarê de bên wir û wiha pê de çû: "Hemû civak ji bo xwe cihên pîroz dibînin hene. Taybetmendiya civakbûnê jî zanebûna nirxan e. Nirxên me yên pîroz û hemû civakê hene û ev yek nayên nîqaşkirin. Li Çemîşgezekê Çiyayê Kirklarê, Li Pilemûriyeyê Çiyayê Buyer Baba, Li Qilseyê Duzgun Baba, li Pulurê Munzur Baba û gelek cihên din gelê me salê carekê li van cihan kom dibe.
FERHAT ARSLAN - DÎHA/DÊRSIM