Tevî Hevserokê KNK'ê Tahir Kemalîzade, heyetek ji Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) duh êvarê çû serdana Mekteba Siyasî ya Yekitî Niştimanî Kurdistan (YNK). Heyeta KNK'ê ji aliyê Sekreterê Giştî yê Mekteba Siyasî ya YNK'ê Mela Bextiyar ve hat pêşwazîkirin.
Di hevdîtina bi mijara; rewşa Rojavayê Kurdistanê, girtina deriyê sînor û lidarketina Kongreya Neteweyî ya Kurd de Hevserokê KNK'ê Tahir Kemalîzade peyivî û got: "Gelê Kurd di rojên dîrokî re derbas dibin, ji lewma gelê Kurd ji her demekê zêdetir pêwîstiya xwe bi hev û din heye. Bi taybetî gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê ku îro rojên sazdana şoreşa neteweyî dijî û dîrokê bi berxwedaniyek bêhempa dinivîsîne, her wiha gelê me li Bakurê Kurdistanê jî, hewlên ji bo avakirina civakeke demokratîk û neteweyî bi serhildan û berxwedaneke bi rûmet dike li ber çavane û hêjayî li berçavgirtinê ye".
Kemalîzade di axaftina xwe de bal kişand ser girtina deriyê sînor û got; "Girtina deriyê sînor ne çareserî ye, ji lewma pêwîste alîkariya ji bo Rrojavayê Kurdistanê ji her demekê zêdetir îro were kirin."
'Hêzên ku yekîtiya Kurdan naxwazin hene'
Sekreterê Mekteba Siyasî Niştimanî ya YNK'ê Mela Bextiyar bal kişand ser kongreya neteweyî ku wê li rojên pêş de were li darxistin û got: "Nûnerên ku ji her çar parçeyên Kurdistanê wê beşdarî kongirê bibin, pêwîste li ser xal û babetan ji rêjeya sedî çil an pêncî li hev bikin wê ev yek di dîroka Kurdan de yekemîn be û ev serketina têgihîştin li yektir û gîhandina peyama aşitî û demokrasî ji bo hikûmetên li navçeyan, her wiha dersthilatdaran û hemû hikûmetên din. Ev ji bo Kurdan meseleyekî girînge. Hemû dewlet û desthilatdarên derve naxwazin ku yekitî di navbera Kurdan de were çêkirin."
Mela Bextiyar di dawiyê de raperînên gelan li Bakurê Kurdistanê û şoreşa neteweyî ya li Rojavayê Kurdistanê silav kir.
Serdanan doh jî berdewam kir
Şandeya KNK'ê ku ji Serokê KNK'ê Tahir Kemalîzade û Xebat Mihemed pêk dihat piştî sedana YNK'ê ya şêva din doh jî serdana buroya Hizba Sosyalîst a Kurdistanê û Hizba Ayndey Kurdistanê (Partiya Pêşeroja Kurdistanê) kirin.
Şandeya KNK'ê di destpêkê de serdana Sekreterê giştî yê Hizba Sosyalîst a Kurdistanê Heme Hecî Mihemed kir.
Serokê KNK'ê Tahir Kemalîzade di serdana xwe de diyar kir û got: " Hizba Sosyalîst a Kurdistanê Hizbeke paşerojeke xwe a dîrokî heye." Kemalîzade di dirêjahiya axaftina xwe de wiha got:"Hizba Sosyalîsta Kurdistanê hizbeke şoreşger, her wiha li meydana siyasî ya Kurdistanê gelekî xebatên berbiçav kirine. Ji bo azadiya Kurd têkoşayaye, lewma em vê weke derfetek baş dizanin ku nêrîn, şîrove û tehlîlê wan di derbarê vê pêvajoyê, rewşa rojavayê Kurdistanê de werbigrin."
Sekreterê Hizba Sosyalîst a Kurdistanê Heme Hecî Mihemed jî di heman nêrînê de ye ku pêwîste deriyê sînor were vekirin, hizbên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê hemû bibin yek ji ber şoreşa ku niha li Rojavayê Kurdistanê tê çêkirin ne tenê ji bo Rojavaye di heman demê de şoreşekî netewî a hemû gelê Kurd de".
'Pêwiste derî ji bo alîkariyê vebe'
Sekreterê giştî yê Hizba Sosyalîst a Kurdistanê Heme Hecî Mihemed têkildarî rojevê wiha axifî: “Pêwîste deriyê sînor ne ji bo ku rojavayê Kurdistanê koçber bibe vekin, pêwîste deriyê sînor ji bo alîkariya xurek, derman, veguhestina birîndaran û desteka manewî were vekirin û ev pêdiviyek mirovahiye. Hevkariya bi rojava re ji her demekê zêdetir pêwîste, lewma hikumeta herêmê pêwîste alikarî bike ji bo ku gelê Rojavayê Kurdistanê li cih û warê xwe bimînin ne ku alîkarî bike ji bo Rojavayê Kurdistanê koçber bikin.”
Her Kurd ji Rojava berpirsiyar e
Dawî jî Serokê KNK'ê Tahir Kemalîzade û Endamê KNK'ê Xebat Mihemed çûn serdana Hizba Aynde ya Kurdistanê û hevdîtin bi Sekreterêgiştî Qadir Ezîz re çêkirin.
Serokê KNK'ê Tahir Kemalîzade di hevdîtinê got:" Gelê Kurd di pêvajoyek hestyar û nazikre derbas dibe. Lewma pêwste ku em weke KNK'ê kongreya netewî ya Kurdistanê ji her demekê zêdetir hevkarî û têkoşînê bidin".
Qadir Ezîz jî kêfxweşiya xwe a ji bo şandeya KNK'ê anî ziman û got:" Em bi ti şêweyekê tevlê nabin ku deriyê sînor li gelê Rojavayê Kurdistanê were girtin. Em niha qala kongreya netewî dikin, lewma pêwîste her takekî Kurd li ku dibe bila bibe, xwe di vê pêvajoyê de berpirsyar bibîne û helwestên xwe ên dêmokratîk û Kurdînî derxîne holê. D i heman demê de em şoreşa Rojavayê Kurdistanê, damezrandina kongreya netewî û pêvajoya aştiyê ya li bakurê Kurdistanê bi wate û wek pêngavên bervî yekitiya netewî dibînin.”
SILÊMANÎ