Endamên şanda Rojava li bajarê Silêmaniyê li hotêla Ebu Hesen bi Tevgera Azadî re hatin cem hev. Şand ji aliyê hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdulla û endamên tevgerê ve hatin pêşwazîkirin. Di serdanê de zanyariyên li ser civîna Dihokê bi Tevgera Azadî re hatine parvekirin û şanda Rojava pîrozbahiya damezirandina Tevgera Azadî kir. Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah jî xêrhatina şandê kir û da diyarkirin ku, ewê hertim piştgiriya berxwedana Kobanê bikin. Piştre serdana Encûmena Yeketiya Niştîmanî Kurdistan YNK´ê jî kir. Şand ji aliyê sekreterê navenda Encûmenê Adil Muradî û endamên encûmenê ve hatin pêşwazîkirin.
 
Serdana partiyên Rojhilat kirin

Şandeya Rojava serdana du partiyên rojhilatê Kurdistanê Partiya Demokrat a Kurdistanê/Îranê yak û Mistefa Hicrî sekreteriya wê dike û Hizba Demokrata Kurdistanê ya ku Xalid Ezîzî serdana wê dike, kirin. Di serdanê de behsa yekitiya netewî ya Kurdan li her çar beşên Kurdistanê hat kirin. Şanda Rojava daxwaz ji partiyên Rojhilatê Kurdistanê kir ku ew jî weke partiyên Rojavayê Kurdistanê yekitiya xwe ava bikin û ji bo bingehê kongreya netewî bê avakirin. Her du partiyan jî kêfxweşiya xwe ji bo şanda Rojava anîn ziman û dan diyarkirin ku ew piştgiriya berxwedanê Kobanê dikin û bi berxwedana Kobanê gelek serbilindin.


ROJNEWS-SILÊMANÎ