Kovara ‘Kurt Tarîhî’ ku du heman carekê bi Tirkî derdikeve bi hejmara xwe ya tîrmeh-gelawêjê li ber destên xwendevanan e. Di vê hejmara 25’an de kovarê dosyaya xwe li ser “Modernbûna Kurdan” amade kiriye.  Edîtoriya vê dosyayê parêzer Firat Aydinkaya kiriye. Adinkaya li ser perspektîfa modernbûna rojava, moderndbûna derveyî rojava, modernkirina Osmanî sekiniye û dûre hatiye ser di wê demê de şexsiyetên Kurd. Aydinkaya di meseleya modernbûnê de Abdullah Cevdet û Celadet Elî Bedirxan dibe qorziyeke muhîm de cih ji bo wan vediqetîne. 


Nivîsên din ên kovarê

Di çarçoveya dosyayê de nivîsa Kamûran Elî Bedirxan a bi navê “Rabûn û rûniştin” hatine wergerandin û weşandin. Ayhan Işik “‘Kurdekî’ Îttîhatçî Abdullah Cevdet”, Ronayî Onen ‘Çîroka modernbûnê di ziman de Serboriya Alfabeya Celadet Bedirxan” nivîsiye.

Ji bilî dosyayê jî hin nivîsên li ser dîroka Kurdan hatine weşandin. Ji wan, Rohat Alakom “Di karîkaturek alman de bi awayekî cuda xwendina Serhildana Agirî” nivîsiye.

Gurdal Akyos jî “Di Îslamê de hêmayên Zerduştî” nivîsiye.

Vecdi Demîr di hemara çûyî de ligel Cemil Gundogan hevpeyvînek  li ser duh û îro ya pirsgirêka Kurd hevpeyvînek kiribû, beşa didiyan a vê hevpeyvînê didome. 


 STENBOL