Ji bo wergera ber bi Elmanî ya pirtûka Ocalan a bi navê ‘Şaristaniya kapîtalîst: Serdema Xwedayên bê maske û qralên tazî’, çalakiyên danasînê didomin. Vê hefteyê li 5 bajarên Elmanyayê pirtûk tê danasîn.
Ev pirtûka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cîlda diduyan a Manîfestoya Civaka Demokratîk e û weke “Die kapitalistische Zivillisation: Unmaskierte Gotter und nackte Konige” li Elmanî hatiye wergerandin.
Sala 2017´an cîlda vê beşa parastina Ocalan a 1´ê hatibû wergerandinî Elmanî û Ocalan di vê pirtûkê de bi nêrîneke zanistî, prensîbên çandeke îdeolojîk û pergala exlaq a nû pêşniyaz dike, pêre jî behsa rejîma heqîqetê dike.
Vê hefteyê li 5 bajarên Elmanyayê
Reimar Heider ê ku ji Înîsîyatîfa Navneteweyî ya Azadî ji Ocalan re ye pirtûk wergerandiye û Weşanên Unrast jî xwe daye ber çapkirina wê. Pirtûk li bajarên Elmanya, Swîsre û Awusturyayê niha tê danasîn. Heta niha li gelek bajaran danasîna pirtûkê hatiye kirin.
Vê hefteyê jî pirtûk wê li bajarên Elmanyayê Flensburg, Lubeck, Bielefeld, Dusseldorf û Bochumê were danasîn.
24’ê Gulanê saet di 19’an de li Flensburg, Radio Fratz, Große Straße 4, 24937; 25´ê Gulanê saet di 19’an de li Lubeck, Café Brazil, Willy-Brandt-Allee 9, 23554; 27’ê Gulanê saet di 18’an de li Bielefeld, Uni Bielefeld, C5-141, Universitätsstr. 25, 33615; 28’ê Gulanê saet di 19’an de li Dusseldorf, FAU Dusseldorf, Voltmerswerther Straße 6, 40221; 29’ê Gulanê saet di 18’an de li Bochum, Ruhr-Universität Bochum, Raum GBCF 04/414 çalakiyên danasînê wê hebin.
NAVENDA NÛÇEYAN