Emerîka di şerê Iraqê da herî kêm 4 hezar u 800 serbazên xwe winda kirin. Li Efxanistanê jî windahîyên wan ji vê hijmarê ne kêmtir in. Lê bi pêvajoya Obama re Emerîka siyaseta xwe di şerê rojhilata navîn de guhert, vê carê hêzên din mîna meqaş bi kar anîn. Di demekê de ku serhildanên gel li welatên ereb û rojhilata navîn pêl bi pêl gur dibûn û li hemberê newekhevî û bêedaletîyê serî radikirin ev rêbaza şer û qeyranên hundirîn hatin afirandin û li her dera cîhanê di bin navê cîhadê da ciwan hatin xepandin û ji bo vî şerî hatin şandin û hîn jî ev rêbaz li ser kar e. Balkêş e dema zarokên Kurd ji bo dozeke rewa u mafê xwe berê xwe didin Kurdistanê û tevlî nav refên Gerîlla dibin hemû polîs û sazîyên delwetê dikevin nav tevgerê û pirrî caran jî malbat di vê rewşê de têne bikaranîn. Lê heman dewlet û heman polîs li ber çavên wan grûbên selefî ciwanan li mizgeftên welatên ewrûpa bi rêxistin dikin dişînin, lê kesek dengê xwe nake, tekane fikara wan ew e ku ew ciwan dema vegerin ji bo welatê wan wê çi qasî bi xeter bin?

Ev şerê bi wekalet ji bo pêşîgirtina li encamên ku dikarîbû berjewendîya Emerîka û hevpeymanên wê bixe xeterê bû, hêzên Emerîka bi taktîka xwe ya nû ne mîna Iraqa ku bi xwe rasterast ket şer lê vê carê hêzên girêdayî El-Qaîdeyê bi kar anîn û li hin cihan jî hêzên Eşîretan tevlê kirin. Ev taktîka şer ji Lîbya destpê kir û grupên ku navên cuda li xwe kirin êdî her diçû hejmara wan zêdetir dibû, heta li Sûriye gihişt bi dehan grupên radîkal ên kû bi navê Îslamê şer dikirin, alîkariya lojistîk û hêzên şer di ser rêyên Tirkiye re digirtin, ne tesaduf bû, endamên van grûban ji zindana Ebû Xirêb a Iraqê, zindanên Erebistana Suudî, Zindanên Tirkiyê û herî dawî a Musulê derketibûn.
Di dawî de ev hêz hemû bi kordîne tên komkirin û ji bo armancekê şer bi wan didin kirin. Ev jî pêşîgirtina li hilweşîna statûya kevin a rojhilata navîn e. Jixwe bi dehan car rayedarên Ewrupa û Emerîka gotine  'em naxwazin dest bidin pêkhateya  dewletê lê dixwazin rêveberiyên hene herin.' Ev şerê bi wekalet ê van gruban û li ser statûye kevin israrkirina wan, li ser Kurdistanê xetera herî mezin e.
Van Grupên mîna DAIŞ, berê jî ensar û îslam, cindû û elîslam li başurê Kurdistanê şerê YNK´ê kirin. Ev jî ne tesadûf e. Niha bi eşkere şerê Başurê Kurdistanê bûye şerê YNK'ê yê bi DAÎŞ'ê rê.  PDK van grûban zêde weke tehdîdekê nabînê. Hin hêzên din jî di navberê de mane û girse û hêza gel ji van berxwedana li hember vî şerî motîve nakin. Ji bilî Sadîye pêşmerge deverên berê ji Kurdistanê hatibûn qutkirin girtine, lê hebûna grûbeke wisa weke cîranê Kurdistanê li ser hebûn û statûya Kurdistanê tehlûke ye.
PDK bi israr dibêjê "divê em li hember wan şer nekin tenê xwe biparêzin". Lê ev grub heman hêzin kû ev sal û nîvekê li hemberî Rojava şer dikin.  Ne tenê di warê ewlekariyê de lê pîvanên ku ev grûb ferz dikin ji yên dema celahetê paşdetir in. Zewaca nîkahê, pirjînî û bi darê zorê sergirtina jinan û qedexekirina derketina jinan ji malên xwe, eger tehdîda jiyana civakî nebe, hingê çi ye?
Li alîyê din şerê DAIŞ û Baasiyên kevin li herêma Şengalê xeterkeyeke din e.  Eger komkujiyeke din pêk were wê kî hesabê wê bide?
Ev mijar ji bo Kurdan girîng e û divê nîqaşa 'şer û aştî bi kê re' were kirin û heta dema wê jî derbas bûye. Nexwe hêzên sîyasî ji bo çi hene? Tenê ji bo pere, kursî û hukûmetê parve bikin? Guhartinên mezin li ber derîyê Rojhilata Navîn in, lê hêzên Başurê Kurdistanê bi pîvan û argumanên kevin û klasîk niqaşa vê pêvajoyê dikin. Heta niha hêzên Kurd ji bo bersivdayîna pêvajoyê ti peyameke cidî nedane. Ji vê valatiyê Îran hêza herî bi bandor e li ser bûyerên li Iraqê û wisa xuya dike Sûriyeyeke din ji bo Îranê, meydaneke hatîye valakirin e.