Operasyona Xezeba Firatê ji bo rizgarkirina reqqayê ji çeteyên DAIŞê 6 Mijdarê ji alî Hêzên Sûriya Demokratîk dest pê kir. Ev şer ji bo pirr hêzên li herêmê û cîhanê jî şerekî çarenûsaz e. Operasyona Reqayê ku piştî Mûsûlê weke keleh û paytexta dûyemîn ya DAIŞê tê hesibandin bi hin aliyên xwe yek ji pêngava herî girng ya dema 3 salên dawî ye. Reqqa ne tenê ji bo paqijkirina hûndûrîn ya Sûriye ji çeteyên DAIŞê û rizgarkirin gelan ji vê hêzên tarî lê ji bo pêşîvekirina pêşerojeke demokratîk pêngaveke girnge. Destpêkirina vê opersyonê bi pêşengiya fermandarên jin yên QSD´ê, eşkere vî şerî di warê zîhniyetê de di asta herî jor de nîşan dide. DAIŞ a jinan kole dike, dikire û difiroşe, encax li hemberê hêzeke wisa, tolhildana jinan herêmê ji wan paqij bike, ji ber wê jî, heta mirov bibêje bes, ragihandina operasyonê ji aliyê fermandarên jin be balkêş û girîng e. Cîhan Şêx Ehmed yek ji van fermandarên jin e ku bi xwe ji Kurdên Reqayê ye, dibêjê, "Dilê wan e û em ê di dilê wan de li DAIŞ'ê bidin. Hemû zilm û komkujiyên li herêmê tên kirin, li wir tên birêxistinkirin. Ya herî girîng jî ew e ku Reqa kirine navenda kolekirin û firotina jinan. Em ê wê derê azad bikin û tola jinan ji çeteyan hilînin".
Li aliyekî din, di bin banê QSD´ê de bi dehan hêz tevlî bûne ku ji Kurd, Tirkmen û Erebên herêmê pêk tên, û li gorî daxûyaniya çapemeniyê ya QSD´ê ji % 80´yê van hêzan ji Reqayê ne. Ev jî propagandaya Dewleta Tirkiye û Erebên şovenîst derew derdixe ku îdîa dike ku Kurd Reqayê dagir dikin. Fermandarê QSD´ê Qehreman Hesen dibêjê, "Em ê mîna Minbicê, li Reqayê jî bikin, gel wê biryara xwe bide û meclisên xwe ava bike. Ya ji bo me esas ev e. Ji ber vê jî hemû gelên ku di bin dagirkeriya DAIŞ´ê de ne, xwestekên xwe pirr in ku em wan rizgar bikin." Jixwe ev gava herî girîng piştî rizgakirinê ye û ti gotinê ji bo hêzên dagirker ên li herêmê nahêle.
Ya herî zêde jî ji vê hemleyê bêzar dewleta Tirk e, ji ber ku rizgarkirina Reqayê di bin banê QSD´ê de tê wateya têkçûna siyaseta Tirkiyeyê di asta herî bilind de. Lewma ev operasyon bêyî beşdariya hêzên arteşa Tirk li Cerablûsê dest pê kir. Çi qasî Tirkiye israr kir û xwest ku tevlî operasyonê bibe û bi dagirkirina Cerablûsê jî xwest xwe bike xwedî gotin, lê di dawiyê de Tirkiye mîna operasyona Mûsilê li derveyî vê operasyonê hat hiştin. Çi qasî siyaseta Tirkiyeyê li derveyî sinor dişkin, ew qasî jî li hundir har dibe. Ji ber ku bi vê operasyonê wekî hevkarê herî sereke yê Dewleta Tirk li herêmê, DAIŞ wê li hemberî Kurdan derbeke kûjer bixwe. Maneya vê jî ew e ku derb li siyaseta Tirkye li herêmê dikeve, ji ber ku Reqayeke paqijbûyî ji DAIŞ´ê tê wateya gaveke bi pêş ve ji bo Sûriyeke demokratîk. DAIŞ weke hêzeke tarî tehlûkeya herî mezin e ji bo tevahiya cîhanê, lê niha êdî hemû cîhan dizane ku hevkarê herî mezin yê DAIŞ´ê Tirkiye ye; bi van hemleyên rizgarkirinê êdî ev derî jî li ser Tirkiyeyê tê girtin.
Erdogan û Ekîba wî ku taya wan bi operasyona Reqayê rabûye, dixwazin bi tepisandina HDP´ê û hêzên demokratîk temenê xwe yê li ser desthilatdarêyê dirêj bikin. Nerazîbûna li Kurdistanê, metrepolên Tirkiye û derveyî welêt li hemberî vê rejîma destpot û xwedî derketin li HDPê di asta 3 rojên dawî de hat dîtin, wê ji bo gelê Kurd û hêzên demokratîk qonaxeke nû be. AKP di temenê xwe yê 14 salan de hemû şensên liserpiyan manê, bi kar anîn, ya niha tê dîtin rûyê rasteqîn ê Erodgan û AKP´ê ye. Biryara HDP´ê bi kişandina wan ji perlemento biryara herî dirust e, di bin banê perlemeneke wisa de ji bilî erêkirina terora li ser gelan û hêzên demokratîk, ti derfetêke din nayê dayîn, lê AKP dixwaz bi kirîmînalizekirina KCD´ê, rê li nûnertî û platforma herî girîng a Bakurê Kurdistanê bigire, weke Leyal Gûven hevseroka KCD´ê dibêje, "Dewlet li pey ji holê rakirina vê platformê ye". AKP wê heta dawiyê nesekine û bixwaze her tiştî ji holê rake, lê ya girîng gelê Kurd û hêzên demokratîk çawa xwe diparêze û bi rêxistin dike, û helbet çawa li ber xwe dide. Ji ber ku AKP bi darê zorê dixwaze xwe weke bihêz nîşan bide ji bo wê jî çapemeniya mûhalif hemû bêdeng kir.
Lê AKP ji ber lawaziya xwe êrişan dike, sîstemek eger demokratîk be û bi xwe bawer be, pêdiviya wê bi ewqas êrişan nîne. Ji bîr nekin, rejîma Seddam Huseyn di mehên dawî ya temenê xwe de herî xurt xuya dikir, lê her kesî çarenûsa wî dît.