´Şerê wan heram e´
Şêx Ehmed axaftina xwe wiha domand: “Evan komên çete ku welatiyan di meha Remezana pîroz de dikujin, berûvajî ola îslamê û pêxember tevdigerin. Evan çeteyan kurdên îslam bi hinceta ku ew gawir in, zarok û jinan beriya zilaman serjêdikin. Bi rastî ev kiryar ji exlaqên îslam û mirovahiyê gelekî dûr in û îslam ji van çeteyan paqij e.” Şêx Ehmed di axaftina xwe de her wiha got ku banga wan ne durist û şaş e, ji ber ku li gorî rêbaz û exlaqên îslamê tevnagerin û berûvajî xebata pêxember dema bi hezkirina xwe derbasî dilê hemû welatên derdorê bû. Lê komên çete hiştin ku hemû dewletên rojava û rojhilat bibin dijminê îslamê. Zaniyarê Ola Îslamê Şêx Emar Ehmed bang li hemû oldar û zaniyarên ola îslamê û rewşenbîran kir ku li hemberî van komên çete têbikoşin wan li riya rast vegerînin û îslama rasteqîne biparêzin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ez bang li van koman dikin ku vegerin rastiya îslamê û di van rojên Remezana pîroz de hezkirin û dilovaniya xwedê bixwazin.”
ANHA/AMÛDÊ