Hat ragihandin ku fermandarê Tugaya Tewhîd  Abdulqadir Salih ku rejîma Esad ji bo kuştina wî 200 milyon Dolar xelat danîbû, jî hatiye kuştin.

Di 3 êrîşên bombeyî yên ku komên muxalif li nêzî Şamê li dijî qişleya leşkerî pêk anî de 30 kes mirin û di operasyonên yekîneyên hikûmetê de jî 44 kes mirin.
Pevçûnên ji protestoyên adara 2011’an dest pê kir û heta îro didome de, roj bi roj nûçeyên mirinê zêdetir dibin. Li Şam û Halebê agahiyên pevçûnên dijwar kêm nabin. Li gorî Mala Çavderiyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê ku navenda wê li Londonê ye û çavkaniya ajansên nûçeyên Rojavayî, li taxa Heresta ya Şamê, bargehek hedef hatiye girtin û li gorî daneyên destpêkê 4 general bi giştî 31 leşker mirine.  Mala Çavderiyê da zanîn ku avahî bi giştî hilweşiyaye.
Mala Çavderiyê da zanîn ku  Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO) herêma ku tamîratxaneyên wesayîtên leşkerî yên banliyo Heresta Şamê lê ye girtine bin kontrola xwe û muxalifên çekdar gelek kes ji hêzên rejîmê kuştine. Hate diyar kirin ku ji ber operasyona artêşa Sûriyeyê ya li hemberî herêma başûrê Şamê gel reviyaye navenda bajar.

Fermandarek hate kuştin

Hate ragihandin ku fermandarê  Tugaya Tevhîdê Abdulkadîr Salih ku rejîma Esed ji bo kuştina wî 200 milyon dolar xelat dabû, hatiye kuştin. Çavkaniyên rojava Tugaya Tewhîd a bi rêveberiya Abdulkadîr wekî koma herî mezin a muxalif pêşkêş dikir. Li gorî tê gotin, Salih di 14’ê mijdarê de di êrîşa balafirên şer yên Sûriyeyê de li biryargeha Tugaya Tewhîd a Helebê hatiye kuştin.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Salih di daxuyaniyekê de gotibû : ‘Eger ne ser laşên me bin, ne Iran û ne jî Hizbulah dikare pêşkeve’. Salih ê ku berê li gundên Helebê bazirgan bû, ji bo damezrandina Tugay a Etewhîd bi dehan komên çekdar tevî hev kiribûn. Di mehên dawî de têkiliyên tugaya Tewhîd bi (DAIŞ) re pir xirab bûn û behtirî carekê di navbera wan de pevçûn derketibûn, mîna pevçûnên navber El Nusra û Artêşa Azad.
Li gel Şam û derdora wê, li Qara ya sînorê Lubnanê jî pevçûnên dijwar tên jiyîn. Li gorî daneyên NY’ê ji 2011’an ve heta niha ji 100 hezarî zêdetir kes mirine. Mala Çavderiyê Mafê Mirovan a Sûriyeyê da zanîn ku di êrîşên artêşa rejîmê yên dawî de li seranserê welat, 3 jin, 2 zarok bi giştî 44 kes hatine kuştin. Di encama operasyonan de li Halebê 12, li Dera 10, li Şamê 6, li Hema 5, li Îdlîb 5, Humusê 4, Deyruz Zor û Laziqiyê jî her yekê yek miriye.
Rayedarên NY’ê da zanîn ku di 2 rojên dawî de bi hezaran penaberên Suriyê sînor derbas kirine û çûne Libnanê.

ŞAM