Ji operasyoneke muhtemel a li ser Idlibê bi wateya rastî herî zêde Tirkiye fikaran dike. Tirkiye ji bo ku pêşî li operasyonê bigire, bi taybetî di ser Rûsyayê re kêferatê dike.

Rejîma Sûriyeyê piştî şerê heft salan, niha dixwaze Idlibê ji nû ve kontrol bike. Washîngton, Parîs û London li ser mijara sîlehên kimyewî dengê xwe li rejîmê kirin. London ji Idlibê vekişiya.

Bi desteka Rûsya û Îranê, rejîma Şamê xwe hazir dike ku operasyonê bibe ser Idlibê. Welatê Rojavayî dengê xwe li rejîmê kirin. Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi rojeva 'rewşa însanî' ya Sûriyeyê wê hefteya bê bicive.

Dewletên rojavayî bi 'fikar' in

Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE), Fransa û Qraliyeta Yekbûyî bi daxuyaniyeke hevpar got, ew ji operasyoneke eskerî ya bi ser Idlibê de bi 'fikar' in.

Her sê welatên jî endamên daimî yên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ne. Wan bal kişandibû ser encamên insanî yên operasyoneke wiha û got, "Em dixwazin binê wê xêz bikin, li ser îhtîmala ku dîsa çekên kîmyewî werin bikaranîn, em pirr bifikar in." Her sê welatan got, "Heke rejîma Esad çekên kîmyewî bi kar bîne, em biryardardar û amade ne ku zend û bendan li destwerdanê vemalin." Her sê welatan her wiha got, weke ku berê nîşan dabûn, "Li dijî hemû bikaranînên çekên kîmyewî bi rengekî guncan wê bersivê bidin."

Argumana tim û daîm: Çekên kîmyewî

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Serokê DYE’yê Donald Trump, John Bolton got, heke rejîma Sûriyê li Idlibê çekên kîmyewî bi kar bîne ew ê 'bersiveke tund' bidinê. John Bolton ê li Qudsê axivî got, ew hêvî dikin êrişên DYE’yê yên beriya niha, yên li ser Sûriyê bi wê bandorê bin ku rejîma Sûriyê careke din wiha neke. Bolton bi rengekî vekirî li ser mijara çekên kîmyewî dengê xwe li rejîma Şamê kir û got, "Heke rejîma Sûriyê çeka kîmyewî bi kar bîne em ê bersiveke tund bidinê." Bolton lê zêde kir û got, "Beriya ku biryarek were dayîn, gavekê divê baş lê bifikirin."

Bi koordîne êriş birin ser rejîmê

DYE, Fransa û Qraliyeta Yekbûyî, 14'ê Nîsana 2018'an bi koordîne êrişek bi ser rejîma Sûriyeyê de biribûn. Îdîaya bikaranîna çeka kîmyewî ya li nêzî Şamê Dumayê bûbû hinceta vê êrişê. Sûriyeyê ragihandibû ku sê deverên bi ser bernameya çekdarbûna kîmyewî hatine bombekirin.

Destekên xwe kêm dikin

Li gorî nûçeya rojnameya Ingilîz The Times a bi 21'yê Tebaxê, hikûmeta Ingilîz wê bernameya destekdayinê ya li herêmên Sûriyeyê ku bi rengê 'serhildêr' tên binavkirin, kêm bike. Qraliyeta Yekbûyî xebatên xwecih ên li herêma Idlibê finanse dike. Rayedarên DYE’yê jî Gulanê ragihandibû ku ew ê nema alîkariya mirovî bidin herêma Idlibê.

Ev herêmên ku bi rengê 'serhildêr' têne binavkirin, di kontrola El Nûsra û hevkarên wê de ne. Ev komên çete jî rasterast ji hêla Tirkiyeyê ve têne destekkirin.

Tirkiye jî ketiye etra xwe

Ji operasyoneke muhtemel a li ser Idlibê bi wateya rastî herî zêde Tirkiye fikaran dike. Tirkiye ji bo ku pêşî li operasyonê bigire, bi taybetî di ser Rûsyayê re kêferatê dike. Hedefa li Idlibê ew çete ne ku rasterast ji hêla Tirkiyeyê ve têne destekkirin. Ji gelek hêlan ve operasyon wê bandorê li Tirkiyeyê bike. Li hêlekê desteka wê ya ji çeteyan re wê bibe hedefa operasyonê, li hêla din jî dibe ku bi sed hezaran kes koçberî Tirkiyeyê bibin.

 
 

MSD dikare bi rola xwe rabe

 

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdên Sûriyeyê Şewket Berazî, li ser gotegotên operasyoneke di demeke nêz de ya rejîma Sûriyeyê li Idlibê, got: "Divê MSD di çareserkirina pirsgirêka Idlibê de cih bigire."

13’ê Tebaxê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov ji bo rewşa Sûriyeyê nexasim rewşa Idlibê çû Tirkiyeyê. Di 14’ê Tebaxê de jî hêzên rejîmê gundewarên başûrê Idlibê yên di bin dagirkeriya çeteyên Tirkiyeyê de, topbaran kir. Di heman demê de ji herêmê agahiya ku Tirkiye dixwaze çeteyên Cebhet El-Nusra ku di lîsteya terorê ya navneteweyî de ne, bide helandin, vî karî yan bi nav guhertin, yan jî derbaskirina herêmên din ên di bin dagirkeriya xwe de bike. Dewleta dagirker vê yekê jî ji bo êrişên rejîmê yên li ser Idlibê pûç bike, dide kirin. Di heman demê de li gorî agahiyên di 17’ê Tebaxê de hatin wergirtin, dewleta Tirk a dagirker ji Hatayê tank û panzerên pêşketî yên M60 derbasî Idlibê dike.

Idlib wê bibe xeleka dawîn

Siyasetvan Şewket Berazî girîngiya çareseriya pirsgirêka Idlibê şîrove kir û got, “Li gorî min, Idlib wê bibe xeleka dawîn a aloziya Sûriyeyê. Idlib girêdayî ye bi rewşa Efrîn û Helebê ve. Ji bo vê jî divê erka MSD’ê di çareserkirina pirsgirêka Idlibê de hebe, ji ber ku QSD hêzek e ku hemû gelên Sûriyeyê tê de cih digirin. Da ku ewlekariya li bakurê Sûriyeyê û Rojava hatî avakirin, li van herêman jî bê avakirin.”

 

ANHA/HESEKÊ