
Pirtûka bi navê Kampf um Kobanê: Kampf um Zukunft des Nahen Ostens (Şerê ji bo Kobanê: Şerê ji bo Siberoja Rojhitana Navîn) destpêka vê mehê ji weşanên Edition Assemblage derçû. Pirtûk bi maqaleyên serketî behsa Tevgera Rizgariya Kurd, aktorên wê yîn sereke û cihê wê di şerê siyasî û eskerî yê li Rojhilata Navîn de minaqeşe dike.
Kurd, dewlet, PKK û stratejiya şoreşgerî
Ismail Kupeli derhênana pirtûkê kiriye û bi nivîseke têr agahî a Sebahattin Topçuoglu li ser Kurd, Kurdistan û rewşa wan a siyasî û têkoşîna wan li Tirkiye, Iraq, Sûrî jî destpêkeke giştî pêşkêşî xwendevanan dike û dema vê dike "bêdewletbûnê" derdixe pêş. Nivîsa li ser Şoreşa Rojava ya Ulf Petersen e ku qismî teng maye ji ber negihiştine çavkaniyên bi Erebî dibe ku sedem be. Dilar Dirik, Şoreşa Rojava weke Şoreşa Jinê analîz dike û têra xwe ji hevpeyvîn û hevdîtinên xwe yîn li Rojava û îdeolojiya azadîxwaz a jinê sûdê werdigire. Lokman Turgut li ser dîroka PKK´ê û xeta stratejiya şoreşgerî weke xeta şopandina sereke ji bo fêmkirin û analîzkirina stratejî, armanc û siyaseta PKK´ê pêşniyaz dike.
Qedexeya PKK´ê li Elmanyayê
Christian Jakob jî di çarçoveya hevgirtina navneteweyî li Elmanyayê de radihîje PKK´ê; ji desteka Elmanya Federal a bi Tirkiyê re di salên 90´î de heta roja îro, sedemên alîgiriya PKK´ê ya muhtemel di nava derdorên alternatîf, çepgir û înternasyonalîst di nava minaqeşeya Jakob de cihê xwe digirin. Gotara kollektif a Alp Kayserlioglu, Guney Işikara û Max Zirngast li AKP´ê dikole weke hegemoniya nû ya malî û nakokiyên di nava wê de; dema vê dike jî AKP û "pirsa Kurd" jî minaqeşe dike. Gotara Fatma Umul jî bêhtir li ser berxwedana derveyî parlemanê ya li Tirkiyeyê ji bo Tirkiyeyeke demokratîk radiweste û weke mînak jî radihîje "Protestoyîn Geziyê".
Gijola aktorên li Sûriyê û nasnameyên li Kurdistanê
Hannah Wettig berê xwe dide aktorên li Sûriyê û mixalefeta rejîmê û alîkar dibe bi xwendevanan re da ku karibin vê gijola tevlîhev hinekî ji nav hev derêxin. Elke Dangeleit û Hans-Gûnter Kleff jî di meqaleya xwe de nasnameyên dînî di bin navê "hindikahiyên" dînî yên li Kurdistanê de didin nasîn û îşaret bi pirsgirêkên wan ên hebûn û xwebûnê dikin.
Dijberê şoreşê DAIŞ
Weke dijberê Tevgera Rizgariya Kurd û îdeolojiya ku bi temamî nakokane ye pê re, DAIŞ mijara du gotarên dawî yên pirtûkê ye. Atilla Steinberger li îdeolojiya DAIŞ´ê dikole û îşaret pê dike ku dîn weke pêkhênera nasnameyê ji nava civatên Îslamî qet kên nebûbû. Jean Rokbelle li awayê rêxistinbûyîna wê dinihêre û radihîje mijara pêkanîna desthilatdariyê bi amûrên dewletî di nava DAIŞ´ê de.
Nabe ku minaqeşeya înternasyonalîzmê timî ji sifirê destpê bike
Berhevkarê pirtûkê di pêşgotina xwe de îşaret bi tevlîhevbûna mijarê dike; li gorî wî li aliyekî pirsa şidetê di dîmensiyoneke nû de: bipêşdeçûna DAIŞ´ê bi tenê bi çalakiyên fedayî û alîkariya hêzên hewayî ya Emerîkî mumkin dibe û li aliyê din li ber çepa rojavayî pirsa hevgirtin û piştgiriyê heye. Kupeli dibêje, kêmasiyek e ji bo çepa rojavayî ku minaqeşeyên piştgirî û înternasyonalîzmê her cara ku mjarek aktuel e digire dest û paşê ji bîr dike û dema dîsa mijareke piştgiriyê derdikeve holê dîsa ji sifirê dest bi minaqeşeyên xwe dike. Kupeli gotarên di vê pirtûkê de weke bêşeke erênî di berdewamîkirina minaqeşeyên înternasyonalîzm û piştgiriya navneteweyî de dibîne di çarçoveya Kurdistan û Rojhilata Navîn de.
Pirtûk Şerê ji bo Kobanê û Rojava weke xaleke navendî ya minaqeşe û miameleyên bi Rojhilata Navîn re dinirxîne ji ber ku hema hema tevahiya aktorên siyasî yên herêmê bi rengekî di nava vî şerî de cihê xwe girtine. Pirsa sereke a Pirtûk dike jî ew e, ka gelo “Şoreşek dikare xwe bi şer biparêze yan jî şer û minasebeteke eskerî ji bo her şêwazê projeyên azadker mirin e?” Û hewl dide bi gotarên cihê bersiva vê pirsê bide.
LUQMAN GULDIVE/NAVENDA NÛÇEYAN