Li gorî rêziknameya navxweyî ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê diviyabû ku piştî hilbijartinê di rûniştina yekem de serokê parlamentoyê bihata hilbijartin. Lê ji ber nakokî û pêşbirka bidestxistina kursiyan a di nava partiyan de, hîn jî hilbijartin pêk nehatiye.

Encamên hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê 30’ê Cotmehê hatibû pesendkirin. Li gorî yasayan piştî pesendkirina encaman, diviyabû parlamento di nava 10 rojan de bicive û parlamenter sûnd, bixwin. Parlamento di 6’ê mijdarê de civiya û parlamenteran sûnd xwarin.

Li gorî xalên 10 û 14 ên rêziknameya navxweyî ya Parlamantoya Herêma Kurdistanê diviyabû di rûniştina yekem a piştî hilbijartinan de, parlamenter sûnd bixwin û piştre jî serokê parlamentoyê bê hilbijartin. Lê di rûnuştina yekemîn de tenê parlamenteran sûnd xwar û rûniştin bidawî bû. Lewma hilbijartinên serokatiya parlamentoyê pêk nehatin û ji bo rûniştinek din hatin hiştin.

Rexneyên partiyan

Dema rûniştina duyem a parlamentoyê jî ne diyar e. Lê tê gotin, sedema taloqkirina hilbijartinê nakokî û nelihevkirina partiyên di parlamentoyê de ye.

Piştî rûniştina yekem Koma Yekgirtû Îslamî Kurdistan û Tevgera Nifşê Nû rexneyên xwe yên derbarê nehilbijartina serokatiya parlamentoyê de gotibûn û xwestibûn ku 13’yê Mijdarê careke din bicive û hilbijartin pêk were, lê daxwaza wan bê bersiv mabû.

Her aliyek ji bo xwe dixwaze

Di hilbijartinan de tu partiyan hejmarek parlamenteran ku karibin bi tena xwe serokatiya parlamentoyê wergirin an jî hikûmetê ava bikin bidest nexistin. Lewma jibo hilbijartina serokatiya parlamantoyê pêwîstî bi lihevkirina aliyên siyasî heye. Piştî hilbijartina serokatiya parlamentoyê jî, wê hikûmeta nû bê avakirin. Di dema borî de, serokê parlamentoyê ji Tevgera Goran, serokê hikûmetê ji PDK’ê bû, cîgirê serokwezîr jî ji YNK’ê bû.

Piştî hilbijartinên dawî, di nava partiyan de bazarên li ser serokatiya parlamento û hikûmetê jî dijwar bûne. YNK di hilbijartinên dawî de bû partiya duyem. Tê gotin ku YNK daxwaza erka serokatiya parlamantoyê û cîgiriya serokwezîr dike.

Pirsa niha tê kirin ew e ku heke Tevgera Goran jî tevlî avakirina hikûmeta nû bibe, wê rewş çawa be? Di rewşek wiha de tê gotin ku dê ji bo erka cîgiriya serokwezîr jî di nava parlamentoyê de hilbijartin bê çêkirin. YNK daxwaza vê erkê dike û Qubat Talabanî weke namzet nîşan dide.

 

ROJNEWS/SILÊMANÎ