Di zanîngeha bijîşkiyê sala duyemîn de bûm. Dema bi êrîşên DAIŞ’ê yên li dijî gelê li vir dibihîse mirov nikare xwe li vê jiyanê bigire. Ji ber 3 hezar dîlên jin ku DAIŞ’ê li Şengalê girtibûn, ji ber nîv milyon însan ê ku hatine kuştin ez li vir im. Yanî ji bo erkeke mirovî hatime.“

Şervanê Amerîkî Çekdar Kawa yê di hemleya Xezeba Firatê de cih digire diyar kir ku ji bo têkbirina DAIŞʹê, YPG’ê şansê wan yê herî mezin e û got: “Yek nikare baweriya xwe ne bi Esed û ne jî bi hêzên muxalîf bîne.”

Şervanê YPG’ê yê Amerîkî Çekdar Kawa (20) ji beriya meh û nîveke tevlî YPG’ê bûye û niha di operasyona rizgarkirina Tebqayê de cih digire. Çekdar ji bo were vir, xwendina xwe ya li zanîngeha bijîşkiyê terk kir û hat Rojava. Çekdar di hevpeyvîneke li gel ajansa me (ANHA) sedema hatina Rojava û tevlîbûna nava refên YPG`ê vegot...

Tu dikare xwe bide naskirin? 

Navê min Çekdar Kawa ye. Ez endamekî YPGʹê me. Beriya vê bi meh û nîvekê ji Texas a Amerîka hatim Rojava.


Gelek şervan hatin Rojava, lê pir balkêş e. Yanê ciwanek çima jiyana Amerîka û Ewropayê terk dike û berê xwe dide Sûriyeyê û tevlêbûna nav refên YPG’ê dipejirîne? 

Dema hatim ez hîna di zanîngeha bijîşkiyê sala duyemîn de bûm. Lê mirov dema bi êrîşên DAIŞ’ê yên li dijî gelê li vir dibihîse nikare xwe li vê jiyanê bigire. Ez li vir im ji ber 3 hezar dîlên jin ku DAIŞ’ê li Şengalê girtibûn. Ez li vir im ji ber nîv milyon însanên ku hatine kuştin. Min got ez dikarim alîkariya tenduristî li gorî derfetên xwe bidim.

Yanê hatina min ji bo alîkariyek mirovî pêk hat.

Te çima navê Çekdar Kawa rakir?

Dema ez hatim herêmê, destpêkê tevlî 3 merasîmên şehîdan bûm. Ya yekemîn a şervanek bi navê Çekdar bû. Paşê merasîma sersaxiyê di bin konan de bû. Jin û mêrên kal û zarokên biçûk hebûn. Min pirsa kesên di temenê xwe de kir, gotine ew çûne şer. Her kes li wir xemgîn bû. Giriyam, ez hembêz kirim û wêneyên şehîdên xwe nîşanê min dan. Ji xwe Kawa jî kesê ku zalimek têk bir.

Tu niha li paytexta wan a binavkirî şerê DAIŞ’ê dikî?

DAIŞ komên kafirin. Şerê li hember wan erkekî mirovî ye.

Demên pêş de difikirî çi bikî?

Ezê fêr bibim, perwerdeya bijîşkiyê bibînim û alîkariya birîndaran bikim. Paşê dixwazim demokrasiya vir di pratîkê de bibînim. Dixwazim di nav gund û bajaran de xebatan bibînim. Ez ne sosyalîst im, lê dixwazim vê demokrasiyê bibînim.

Tu li vir niha fêrî ziman û çanda Kurdî û Rojhilata Navîn dibe, çi ji te re balkêş e?

Roja destpêkê, hevalekî serê xwe danî ser çoka min û min xewkir. Mirov li vir dikare rehet bi hev re bijî. Hevalên min Berxwedan û Gelhat hene ez pir ji wan hez dikim. Hevalekî jin tenê 7-8 gotinê Inglîzî dizane. Min hewl da di heman astê de fêm bikim û pêre bidim û bistînim. Lê hinek taybetmnediyên çandî hene ku taybet ji bo vir in. Mînak li cem xort û jin mirov nikare behsa her tiştî bike. Çanda Rojhilata Navîn e. Nêzîkbûna însanan ji hev re. Ew tişta herî baş e. Bê navber dixwazin mirovan kêfxweş bikin. Her tişta xwe dikarin bidin te. Her dem tiştekî pêşkêşî te dikin û tu carî Na qebûl nakin. Ez nizanim li beramberî vê fedakariyê çi bikim.

Peyamek te ji bo cîhanê heye?

YPG’ şansê me yê herî mezin ê ji bo têkbirina DAIŞ’ê ye. Yek nikare baweriya xwe ne bi Rêjîma Esed û ne jî bi hêzên muxalîf bîne. Ne tenê şansekî baş e. Ew hemû mirovên baş in.

 

WELAT DARA – NAZDAR EBDÎ / ANHA/REQA