Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk diyar kir, eger berxwedana xwerêveberiyê dorfireh bibe wê AKP bi xurtî têk biçe û destnîşan kir, ku divê her der mîna Cizîr û Sûrê li ber xwe bide. Her wiha Şerîk banga tevlîbûna li nava refên YPS'ê kir û got, "Ji aliyê derfet û teknîkê ve hevsengiyeke di navbera her du hêzan de hevsengiyeke gelekî neheq heye. Şerekî ku li ti devera cîhanê nehatiye dayîn tê meşandin. Aliyekî vî şerî dewleta Tirk e, aliyê din jî hêzên azadî û demokrasiyê ne."
‘Leşker ji bo pereyan şer dikin’
Şerîk der barê rastiya şerê niha li Kurdistanê tê meşandin de got, "Şerê niha li Kurdistanê tê meşandin bi leşkerên ji bo pereyan şer dikin, tê meşandin. Yanî yên ku ji bo 5 hezar lîreyên dewletê şer dikin, dema tu 10 hezar lîre bide ew ê ji bo te şer bike. Mesela, dayika yek ji tîmên taybet ê li Kurdistanê di şerê li hemberî gelê Kurd de mir, di axaftineke xwe ya telefîzyonê de got, 'Yên li wê derê şer dikin zarokên feqîr-xizanan e. Karekî bike nîne, vê nekin wê çi bikin?' Yanî ji bo zikê xwe têr bike diçin xwe difiroşin û gel vê yekê dibêje. Ji bo zikê xwe têr bike, dibe mirovkujê kirêkirî. Hemû hêzên li Kurdistanê şer dikin, bi vî rengî ne.”
‘Şerê li dijî modernîteya kapîtalîst e’
Her wiha Şerîk da zanîn ku ev yek têkoşîna modernîteya demokratîk a li dijî modernîteya kapîtalîst e, ku xwe bike sazî û şênber bike û wiha pê de çû: "Li ku devera cîhanê dibe bila bibe, girîng e hemû şoreşger û hêzên şaristaniya demokratîk haya xwe ji vê hebin. Lê belê ev hişmendî niha gelekî qels e. Ev têkoşîn têkoşîna hemû antîkapîtalîst hemû sosyalîstên li her devera cîhanê ye û divê ji sedî sed bi ser bikeve.’
Ji bo sosyalîstên cîhanê bang
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk bang li hemû şoreşger û sosyalîstên cîhanê kir, ku xwedî li berxwedana xwerêveberiyê ya Sûr, Cizîr, Silopiya û tevahiya Kurdistanê derkevin û wiha peyivî: “Eger vê bikin, hem wê zextê li rejîmên xwe jî bikin û hem jî tevkariyê li serketina berxwedana xwerêveberiyê ya li Kurdistanê bikin. Ev niha tê kirin, lê kêm e. Mînak di dema Kobanê de desteka wan a ewilî şexsî bû, lê piştre ev zêde bû û gihaşt avabûna tûgayên enternasyonalîst. Di rewşa heyî de dikare li Bakurê Kurdistanê dorfirehtir bibe."
‘Polîtîkayên dewletê pûç bikin’
Di berdewama axaftina xwe de Şerîk diyar kir, ku dewleta Tirk hewl dide berxwedanê li hin herêman dorteng bike û wiha axivî: “Divê ev polîtîkaya dewletê bê pûçkirin. Hem li cihên wekî Sûr û Cizîrê li dijî faşîzma dewleta Tirk şer bê meşandin û bi her awayî serhildan bê kirin. Eger ev were kirin, faşîzma AKP'ê wê nema karibe hebûna xwe bidomîne û berxwedana xwerêveberiyê wê bi ser bikeve."
Şerîk di dawihya axaftinên xwe de got, ji bo li her deverê Kurdistanê sîstema xwerêveberiyê pêk bê û ji bo her cîh mîna Sûr û Cizîrê bibe, divê gel û bi taybet ciwanên Kurd tevlî nava refên YPS'ê bibe.
BÊRÎTAN SARYA/ANF/BEHDÎNAN